Dewleta Tirk tank û topan ji çeteyan re dişîne

Artêşa Tirk a dagirker ji bo çeteyan bi rêya wargeha Etmayê çek û cebilxaneyan derbasî axa Sûriyeyê dike û hat ragihandin ku 20 tank şandine herêma Şehbayê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku dispêre çavkaniyên pêbawer, artêşa Tirk a dagirker 20 tank û hejmarek leşkerên artêşa xwe derbasî herêma Hewar keles a girêdayî bajaroka Raî kir û li gundê Bihorte yê girêdayî Ezazê bi cih kir.

Li gor çavkaniyek din a ANHA’yê jî artêşa Tirk, 20′ê Cotmehê bi rêya kampa Etma ya li ser sînorê Tirkiyeyê 4 wesayîtên tijî çek û cebilxane derbasî xaka Sûriyeyê kir û radestî çeteyên qaşo Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê ku li gundewarên Idlîbê ne, kir.

Di berdewama nûçeyê de tê gotin ku çar erebe li ser komên çete ′Ceyş El-Fetih (Cebhet El-Nusra), Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam, tugayên Nûredîn El-Zenkî′ hatine belavkirin. Li gor vê çeteyên Ceyş El-Fetih ên li gundewarên Idlibê para xwe ji çekan wergirt û her wiha Tugayên Nûredîn El-Zenkî jî para xwe li bajaroka Qebtan El-Cebel a girêdayî Dara Eza (li gundewarên rojavayê Helebê), Feyleq El-Şam jî para xwe li navenda xwe ya nêzî kampa Etma bi cih kir, her wiha çeteyên Ehrar El-Şam para xwe li herêma Harim a gundewarên Idlibê, bi cih kirine.

Artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Cotmehê de, 100 fûze avêtin gundên Kantona Efrînê. Di heman demê de, gundên herêmên Şehbayê topbaran kirin. Şevê din jî artêşa Tirk maşîneyên xwe li nêzî navçeya Cindirêsê, li ser sînorê di navbera Efrînê û Bakurê Kurdistanê de, bi cih kirin.