Dewleta Tirk nahêle heyet biçe gundê Xerabê Bava

Heyeta ji nûnerên Bloka Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl, ku dixwaze biçe gundê Xerabê Bava, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat astengkirin. Heyetê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Heyeta ji Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay, ji Komeleya Psîkolog ji bo Piştgiriya Civakî Ebrû Ergun, nûnerên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ên Amed, Mêrdîn û Wanê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan û Dayikên Aştiyê pêk tê, ji bo rewşa li gundê Xerabê Bava, Talatê û Cibigirafê yên Nisêbînê hîn bibe, hat herêmê. Lê belê leşkerên Tirk li cihekî bi 15 kîlometreyan dûrî gund, pêşî li heyetê girtin.

Leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî pêşî li heyetê girtin. Bahadir Altay û Mehmet Alî Aslan bi leşkeran re hevdîtin kirin û ji wan re gotin, ku ew dixwazin li van gundan lêkolînê bikin. Altay da xuyakirin, ku wî gotiye ew Serpelê Teqawît e û dixwaze bi leşkerên operasyonê dimeşîne re baxive. Leşkeran jî jê re gotin ku operasyon ji aliyê wan ve nayê meşandin û ew ji 'ewlekariya herêmê' berpirsyar in. Ji ber vê astengiyê, heyetê li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Balkêş e leşkerên Tirk, wêneyên plaqeya wesayîtên heyetê kişandin. Di vê navberê de dem bi dem ambûlans diçin herêmê û vedigerin.