Dewleta Tirk li gundê Talatê xaniyan xera dike û dişewitîne

Hêzên dewleta Tirk ên bi kepçeyên bi palet ketin nava gundê Talatê, gelek xanî xera kirin û piştre dan ber agir. Li gorî agahiyan, heta niha 4 kes li vî gundî hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê gundiyekî li Nisêbînê dimîne ve hatin dayîn, hêzên dewleta Tirk ên li gundên Talatê û Cibilgiravê yên bi 7-8 kîlometreyan dûrî gundê Bava ne, derketina derve qedexe kirine û piştre bi kepçeyên bi palet ketine nava gundê Talatê.

Gundî diyar kir, bi kepçeyên bi palet di destpêkê de xanî hatin xerakirin, piştre jî hatin şewitandin. Navborî ragihand, heta niha 2 xanî hatine xerakirin. Her wiha diyar kir, li jora goristana gund jî hêzên dewletê dest bi xerakirina xaniyan kirine.

Gundî ragihand, mirovên li gund nikarin ji paceyê serê xwe derxîne derve û anî ziman, li gund telefon baş nakişîne.

Hat gotin, gundiyên bi navê Necat Yildiz, Şahap Yalçin, Abdurrahman Oker, Mecît Gunduz hatine binçavkirin.