Dewleta Tirk êrîşê gundê Minixê û gundê Merenazê dike

Dewleta Tirk bajaroka Minixê û gundê Merenaz ên girêdayî Ezazê bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihanê ANHA’yê ku rewşa şer û pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Şoreşgeran û komên çete de dişopîne, ragihand ku piştî şervanên Artêşa Şoreşgeran di 11’ê sibatê de balefirgeha leşkerî ya Minixê, bajaroka Minix û derdora wê rizgarkirine, artêşa Tirkiyeyê îro saet di 16.25’an de ji qereqoleke li aliyê Bakurê Kurdistanê ya li hemberî gundê Yazibaxê ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi Obûsan û çekên giran bajaroka Minix û gundê Merezazê topbaran kir.

Li gorî nûçegihan topbaran heta dema ev nûçe hatiye amadekirin berdewam dikir.