'Dewleta Tirk dîsa çekên giran ji çeteyan re şand'

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, Tirkiyeyê di hefteya derbasbûyî de çekên giran ji çeteyên li dijî Kurdan re şand û got, Tirkiye xwe amade dike ji aliyê leşkerî ve bikeve herêmê.

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, Tirkiyeyê di hefteya derbasbûyî de çekên giran ji çeteyên li dijî Kurdan re şand û got, Tirkiye xwe amade dike ji aliyê leşkerî ve bikeve herêmê.

Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, herêmên li ser xeta Hatay-Kîlîsê, ji aliyê çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, ku ev çete piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin.

Ebû Hecî da xuyakirin, ku çeteyên koalîsyona Sûriyeyê li aliyê Sûriyeyê yê sînor, dewleta Tirk jî li aliyê Tirkiyeyê yê sînor navenda koordîneyê ava kirine û got, "Bi taybetî li Îlmîntar û gundên Hawar Kîlîsê, çeteyan ji bo êrîşên nû yên li hemberî herêma Efrîn-Ezaz û Şehbayê organîze bikin, ev navend ava kirine. Biryagehên van navendan li Enqere-Kîlîs-Dîlokê ye. Ji xwe êrîşên li hemberî herêma Efrîn-Ezaz û Şehbayê û êrîşa li hemberî taxa Şêx Meqsûdê ji van biryargehan tên meşandin."

Ebû Hecî ragihand, li nêzî navendên li Îlmîntar û gundên Hawar Kîlîsê, nuqteyên çek, cebilxane û lojîstîkê yên MÎT û rayedarên leşkerî hene û anî ziman, dewleta Tirk hema hema her hefte çek, cebilxane û lojîstîkê dibe van nuqteyan. Ebû Hecî da xuyakirin, ku ne tenê deqwleta Tirk, Erebîstana Siûdî û Qatar jî teqwiyeyê li van herêman dikin û got, "Çend hefte beriya niha, dewleta Tirk bi TIR'an çek, cebilxane û lojîstîk di Deriyê Sînor ê Bab Es Selame derbas kir û li Ezazê radestî çeteyên koalîsyona Sûriyeyê kir."

'DESTEKA DEWLETA TIRK A JI BO ÇETEYAN DEWAM DIKE

Fermandarê Ceyş El Siwar da zanîn, dewleta Tirk di hefteyên dawî de hejmareke zêde çek, cebilxane û lojîstîk ji çeteyên koalîsyona Sûriyeyê yên li Ezazê bi cih bûn şandiye û anî ziman, dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî ne aniye, çeteyên i herêmên Îdlîd û Hamayê aniye, di deriyê sînor ê Bab El Selam re derbasî herêma Ezaz-Efrîn-Şehbayê kiriye.

Ebû Hecî got, "Ez dixwazim bi taybetî bala we bikişînim ser vê yekê: Dewleta Tirk di hefteyên bihurî de ji xeta Îlmîntar-Hawar-Kîlîsê çekên giran, fuze û wesayîtên doçka li ser ji çeteyan re şand. Dewleta Tirk her wiha pereyê Dolar û Riyal ên Erebîstana Siûdî û Qatarê şandî, radestî çeteyan kir.

Komên çete yên ser bi koalîsyona Sûriyeyê di hefteyên bihurî de li Ril Rifat, Eyn Deqne, Minix û Biradê bi çekên giran êrîşî hêzên Ceyş El Siwar û YPG/YPJ'ê kirin, ku ev pêkhateyên QSD'ê ne.

Ev êrîşên çeteyên koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê hatin şikandin. Piştî van êrîşan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin. Bêguman gelek cenazeyên çeteyan jî bi dest ketin. Lê xuya ye êrîşên komên çete li xeta Ezaz-Efrîn-Şehbayê dewam dikin."

ARMANCA ÊRÎŞAN

ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî da zanîn, ku armanca êrîşên li herêma Ezaz-Efrîn-Şehba û taxa Şêx Meqsûd ji holê rakirina hebûna Kurdan e û got, "Armancên cuda jî hene. Yek ji van; dixwazin projeya sîstema Federasyona Demokratîk a wê krîza li Sûriyeyê çareser bike qels bike û vîna gel teslîm bigirin. Ji xwe ji roja destpêkê ve gotin, sîstema federayona demokratîk ji bo parçekirina xaka Sûriyeyê û parçekirina yekîtiya gelan e. Halbûkî rastî, berevajî vê îdîayê ye. Sîstema Federasyona Demokratîk li ser bingeha yekîtî, wekhevî, azadî û edaletê dawî li krîzê tîne.

Armanca duyemîn a van êrîşan jî bicihanîna plana înkar û tinekirinê ya AKP/Qesr li hemberî Kurdan dimeşîne. AKP/Qesr li Tirkiyeyê û welatên din li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk şer dikin. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê di dema agirbestê de bi taybetî herêmên Kurdan tên binpêkirin."

'TIRKIYE BI SENARYOYA KÎLÎSÊ VE DIXWAZE TÊKEVE HERÊMÊ'

Ebû Hecî bal kişand ser planên cidî yên li hemberî herêmê û destnîşan kir, ku yek ji van planan jî plana 'DAIŞ'ê roket avêt Kîlîsê' ye, ku gelekî di rojevê de ye. Ev senaryo bi rastî jî baş hatiye nivîsandin. Dewleta Tirk bi vê senaryoyê ve dixwaze têkiliya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê binixumîne û ji cîhanê re bêje 'Ez destekê nadim komên çete. Komên çete êrîşî min dikin.'

Armanceke din a vê senaryoyê ew e; dewleta Tirk dixwaze ji bo ketina nava xaka Rojava û Sûriyeyê meşrûiyetekê ava bike. Ji xwe bi vê lîstikê ve ev tê xwestin. Dewleta Tirk ji bo şert û mercên ketina herêmê bafirîne bi çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê er dixebite.

Û eger ev xebat bi ser keve, wê dewleta Tirk bi bahaneya 'derxistina çeteyên DAIŞ'ê' bikeve herêmê; herêmê dagir bike. Dewleta Tirk ji xwe ji destpêka şer ve bi destê çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê li dijî gelê Kurd şer kir.

Lê belê mirov dikarin bêjin; dewleta Tirk îro bi rengekî fiêlî cihê xwe li herêmê girt. Li gorî agahiyên me ji herêma Ezazê wergirtine, dewleta Tirk di bin navê alîkairyê de bi dehan, bi sedan wesayîtan çek, cebilxane û lojîstîk ji deriyê sînor derbas kiriye. Komên çete bi vê alîkariyê hewl didin li herêmê bimînin."

Ebû Hecî bibîr xist, ku di êrîşên li hemberî herêma Ezaz-Efrîn-Şehba û Şêx Meqsûdê komên çete çekên li qada navneteweyî qedexe ne bi kar tînin û got, "Di van êrîşan de gelek hevalên xwe yên hêja jiyana xwe ji dest dan. Mînak; hevalê Bakur, hevalê Rustem, hevalê Harûn. Van şehadetan bandoreke kûr li me kirin. Lê belê em ê bi bîranîna wan re dilsoz bin, têkoşîna wan bimeşînin û çi zû çi jî dereng, tola wan hilînin.

Ebû Hecî bang li DYA û Rûsyayê jî kir, ku bes bêdeng bimînin û li hemberî êrîşan helwestê nîşan bidin.

...