Dewleta Tirk bombeyan li Şirnexê dibarîne

Dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve bê navber obusan davêje Şirnexê. Li bajarê ku êrîşên dewletê di roja 50. de ye, gelek xanî şewitîn û şer dewam dike.

Li Şirnexê, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê di roja 50. de ye, bomberdûmaneke giran tê kirin. Ji duh bi şev û vir ve bi tank, obus û hawanên li derdora bajêr bi cih kirî, taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê bênavber tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê gelek xanî şewitîn û dû bi ser bajêr ket.

Maşînên zirxî yên li derdora qadên xwerêveberiyê bi cih bûne jî bê navber bi çekên giran guleyan li taxan direşînin.

Hêzên dewleta Tirk di dema bomberdûmanê de hewl dan bikevin nava taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê. Di navbera çeteyên qesrê û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Ji roja roja destpêkirina dorpêçiyê û vir ve şerê herî dijwar diqewime. Der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neket.

Hêzên dewletê, ku nikarin bikevin taxên Dîcle û Gazîpaşa, xaniyan yek bi yek xera dikin û dişewitînin.

Li bajêr liv û tevgera maşînên zirxî, ambûlans û helîkpteran dewam dike.