'Dewleta mafê jiyanê binpê kir, xwest bûyerê biavêje ser PKK’ê' - HAT NÛKIRIN

ÎHD û TÎHV li Cizîrê bi gel û rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîn û raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dewlet mafê jiyanê îxlal dike.

ÎHD û TÎHV li Cizîrê bi gel û rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîn û raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dewlet mafê jiyanê îxlal dike û wiha hat gotin: "Di axaftinên şahidan de hatiye tespîtkirin ku bi welatiyên ku hêzên dewletê wesayîten wan gulebaran dikin, dihat xwestin ku girteka têde tê gotin ji aliyê milîtanên PKK’ê ve hatiye kirin îmze kirine.”

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî terora dewletê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê raporek amade kir.

Heyeta di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê TÎHV yê Amedê Bariş Yavûz jî heye, bi malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest dan, şahidên bûyerê, gelê di dema pevçûnan de bi tehdîda can û mal re rû bi rû hatin û rayedarên fermî re hevdîtin pêk anîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî bûyera 27'ê Tebaxê ya li Cizîrê pêk hat rapor amade kir. ÎHD û TÎHV'ê rapora ku amade kirin li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parve kirin. 

Di civîna çapemeniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî xwest demek berî demekê qetilkirina sivîlan a li Kurdistanê bi dawî bibe. Bîlîcî, destnîşan kir ku kesên sivîl ên li Cizîrê tên qetilkirin ji aliyê sekvan û tîmên taybet ve hedef hatine girtin û hatine qetilkirin. Bîlîcî, xwest komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bibin û derketina kolanan pêkanîna OHAL'ê ye. Bîlîcî, destnîşan kir ku tecrûbeyên 30-40 salên dawî nîşan dide ku bi pevçûnê çareserî pêk nayê. 

KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Di destpêka raporê de kesên jiyana xwe ji dest dane wiha hatin rêzkirin:

"Baran Çagli - (7 salî)

Mehmet Emîn Yanaş - (10 salî)

Eyup Ergen - (30 salî  / Wezîfedarê Tenduristiyê)

Mesût Sanri - (39 salî /Wezîfedarê DEDAŞ’ê)."

Di raporê de vegotinên bûne şahidên terora dewletê wiha cih girt:

Abdullah Ozsanri – (Xalê Mesût Sanri yê jiyana xwe ji dest da):

"Di morgê li ber serê nexweşan û di beşa lezgîn de jî polîsên tîmên taybet hebûn. Awir û qîrên wan em tehdîd dikirin û dixwestin me bitirsînin. Wesayîtên zirxî li wir sekinîbûn. Li ser nerazîbûna malbatan vekişiyan. Bi hatina dozger re polîsên tîmên taybet careke din bi çekên luledirêj ketin hundirê nexweşxaneyê."

Haci Ergen – (Birayê Eyup Egen ê jiyana xwe ji dest da):

"Wesayîta ku Eyup têde hat qetilkirin êvarî saet nêzî 20.30’î dişewitînin. Ji bo Delîla tine bikin şewitandin. Ji xwediyê wesayîtê re jî dibêjin, ‘Were vê girtekê îmze bike.’ Di girtekê de tê nivîsandin ku KCK’ê ew kuştiye û wesayît şewitandiye. Jêre gotine eger ti vê îmze bikî em ê bi te re bibin alîkar, em ê wesayîtê jî ji te re bikirin. Hevalê wî jî dibêje ku qet qebûl nake, dibêje, ‘Eger hûn vê cîhanê bi serê de min de xera jî bikin ez îmze nakim û ez ê rastiyan bînım ziman.”

Kasim Çagli – (Bavê Baran Çagli yê jiyana xwe ji dest da):

"Roja bûyerê Baran li cem min bû. Min ew şand bakkal. Hê bûyerê destpê nekiribû. Ez jî ketim hundir. Wê kêliyê dengê teqînê hat. Di carekê de qîrînek hat. Gotin, ‘Baran mir’. Bi teqînê re dîwarê hewşa nêzî mala me hilweşiyabû. Ez çûm cem Baran min ew hembêz kir. Û ew çûn nexweşxaneyê… Rapora otopsî derket. Gule li bin guhê wî yê çepê  ketiye û di jora guhê wî de derketiye.”

Yûsûf Ozar - (Xalê Mehmet Emîn Yanaş ê jiyana xwe ji dest da):

"Em li dikanê bûn. Bi dengê guleyan re her kesî  dikan girtin. Me jî girt û em li wesayîta xwe siwar bûn. Ti alozî nîn bû. Em jî di bin pirê re di ber jendermeyan re ber bi malê ve çûn. Dema 20-30 metre ji Mala Taziyeyê ya Nûr re ma gule berdan me. Li wir kes nema. Teqez ji kulubeya ji pit me ve gule berdan. Em 6 kes di wesayîtê de bûn. Guleya yekemîn li serê Mehmet Emîn kat.”

Mehmet Şerîf – (Hevalê Kar ê Eyup Ergen û xwediyê wesayîtê):

"Wesayîta min hat şewitandin. Li ser vê yekê xwestin ez girteka ku berê hatibû amadekirin îmze bikim. Di girtekê de ev hatibû nivîsandin:  ‘Ez wer difikirim ku kesên êrîşî fermandariya garnîzonê û wesayîta min kirine heman kes in. Ez wer difikirim ku ji aliyê Rêxistina Terorê PKK/KCK’ê ve hatiye kirin.’ Min qebûl nekir."

'LI GORÎ QEYMEQAMÊ CIZÎRÊ JI BO EWLEHIYÊ YE'

Heyetê bi Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur re jî hevdîtin kir û wiha cih dan daxuyaniya Qeymeqam. "Ji bo kuştin çênebin divê bûyer çênebin. Teqez sekvan li cem me tinene. Ger li Cizîrê zêde sivîl nayên kuştin ev ji ber helwesta polîsan e." 

Di raporê de ev tespît hatin kirin

* Bi şubheyek bihêz hat dîtin ku welatiyên sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatine înfazkirin. 

* Hat dîtin ku hêzên dewletê xwestine ku bi welatiyê maşîneya wî hatiye gulebarankirin îmzeyê biavêje girtekê û bêje mîlîtanên PKK'ê ev êrîş pêk hatiye. Ev ji aliyê şahidan ve hatiye tespîtkirin. 

*Heyetê dît ku welatiyên rastî zext û binpêkirina mafên mirovan tên ji aliyê hêzên dewletê ve nayên parastin. dijberî vê yekê welatiyên mexdûr dibin ji aliyê hêzên dewletê ve tên mexdûrkirin. Li aliyê din dixwazin delîlan tune bikin. 

*Li gorî tespîtên ku heyeta me kirine di navbera Eyup Ergen û kesên êrîş pêk anîne de 700 metre heye û heyetê xwestiye ku ev çekên menzîna wan 700 metre di nava envanteriya çekên dewletê de hene ya na bê lêkolînkirin."