Deriyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV hatin mohrkirin

Avahiyên Denge TV û Bîrlîk Medya TV ên li Êlihê weşanê dikin û bi Biryarnameyên di Hikumê Qanûnê de hatin girtin, ji hêla memûrên maliyeyê yên bi çavdêriya polîsên Tirk hatin mohrkirin.

Denge TV’ya ku li Êlihê weşana xwe dikir û ekrana wê bi KHK’yê hat reşkirin, polîs û memûrên maliyeyê bi ser avahiya wê de girtin û piştî hejmar û lêgerîna du saetan deriyê avahiya televîzyonê mohr kirin. Memûrên maliyeyêli avahiya televîzyonê amûrên sereke û ekîpmanên teknîkî tomar kirin û li gel vê li ser deriyên studyo, montaj û depoyan nivîsa RTUK’ê biryara girtinê li ser deriyan xistin û mohr kirin. Her wiha weşana zindî ya qenalê jî hat desteserkirin.

Her wiha li Êlihê, memûrên maliyeyê deriyê Bîrlîk Medya TV’yê jî mohr kirin.