Dêra qedîm a Dayika Meryem

Dêra Suryanî ya qedîm a Dayika Meryem, ku di sedsala 3'an de li ser perestgeheke kevin ava bûye, tê zanîn ew berî zayînê wek perestgeha rojê hatiye bikaranîn.

Dêra Suryanî ya qedîm a Dayika Meryem li taxa Elî Paşa û li kuçeya ana ye. Ev dêr wek dêra Suryaniyên Ortodoks tê zanîn ku aîdê mezhebê 'Yaqûbî' ye û niha jî hebûna xwe didomîne û di fealiyetê de ye. Ew ji koma avahiyan pêk tê ku digel dêra bingehîn kitêbxane, patrîkxane, mêvanxane û lojman jî tê de hene û xwedî sê hewşan e.

GORÊN PATRÎK Û RAHÎBÊN KEVNAR DI DÊRÊ DE HENE

Li dêra ku gelek berhemên dîrokî di nav xwe de dihewîne, deriyên ji darên gûzan, tabloyên aîdî ezîzan û qendîlên zîvîn ên destkariyê di hindirê dêrê de gelek balkêş in. Ew adetê ku gorên patrîkan di nav dêrê de tên bicihkirin, ku ew parçeyekî çanda dêrê ya Suryaniyan e. Li dêra kevnar gelek gorên patrîk û rahîbên ku di demên cuda de li dêrê peywira xwe kirin û li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dane, hîna jî di nav dêrê de tên rawestandin. Piştî ku Patrîk Diyonosiyos ê 4. navenda patrîkiyê di sala 1034’an a zayînî de aniye Amedê bi şûn de, Dêra Meryemayê ji sedsala 11’an heta dawiya sedsala 19’an, di demên cuda cuda de wek Patrîkxaneya Suryanî ji cemaetê re xizmet kiriye. 

HEVKARIYA GELAN

Di sala 1933’yan de ew dane li ser metropolîtiya qedîm a Suryanî ya Mêrdînê, ew Abraşiyeya Mêrdînê ye û niha jî ew endama vê metropolîtiyê ye. Dêra dîroka ya Dayika Meryem li Amedê cihek xwe yê qedîm heye. Dêra Dayika Meryem di sala 2014’an de bi alîkariya saziyên Kurd yên Amedê û gelên Suryanî yên li Emerîka û Ewrûpa dijîn hate restorekirin û restorekirina wê di sala 2015’an de qediya.

GELÊN SURYANÎ KÎ NE?

Gelên Suryanî gelekî koka xwe digihêje 5000  sal e. Gelê Suryanî gelek kevnar yê erdnîgariya Mezopotamyayê ye û xwedî çandekî dewlemendin. Suryanî  di pêşketina Mezopotamayayê de xwedî rolekî girîng in. Gelên Suryanî di roja me ya îro de li gelek cihên cuda yên dinyayê dijîn.