Demîrtaş: Yên xeta azadiyê bişopînin wê bi ser kevin; em ê têk neçin

Demîrtaş li Bedlîsê axivî, diyar kir ku yên xeta azadiyê bişopînin wê bi ser kevin. Demîrtaş têkîldarî gefa MGK’ê jî got: “Ti rewabûna te nîne.”

2. Kongreya Awarteya ya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Bedlîsê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve  li Navenda Çandê ya Şaredariya Bedlîsê hate ldiarxistin.

Di kongreyê de rêveberên HDP, DBP’ê, ÎHD, MEYA-DER, KURDÎ-DER, DEM-GENÇ, parlamenterên HDP’ê Mîzgîn Irgat û Mahmût Celadet Gaydali, hevşaredarên DBP’ê amade bûn.

Demîrtaş di kongreyê de axivî, hin nuqteyên anîn ziman wiha ne:

‘JI BILÎ HDP’Ê TI PARTIYÊN GEL NÎNE’

“Partiya me bi keda gel hatiye avakirin. Eger li Tirkiyeyê behsa partiyek gel bê kirin ew jî HDP’e ye û ji bilî wê jî partiyek gel nîne.

 ‘EM Ê TÊK NEÇIN’

Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Anatolyayê wê pêşeroj çawa şêwe bigire? Em ji ew rojên ku dîrokê diyar dikin derbas dibin. Yên tenê ketine pey hesabên hilbijartinan, mehek, salekê, yên sedsala bê fêm nekin wê têk biçin. Qewimînên li herêmê ne tenê têkîldarî me ne. Em ji bo zarokên me siberojek azad bibînin têdikoşin. Me û pêşiyên xwe nedîtin…. Li Rohilata Navîn destê kê di bêriya kê de ye ne diyar e. Lê, ji bo gelan zêde vebijêrkên rast nîne. Xetek azadiyê heye. Dema ev rê bê şopandin serkeftin bi dest dikeve. Her yek ji aliyê xwe hewl dide li ser Rojhilata Navîn bibe xwe axaftin. Yekan sedema şerê hov ê li Sûriyeyê ne tenê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye. Şerekî cîhanî yê navneteweyî heye. Di atmosferek ewqasî bi mij û dûman de eger hûn bixwazin rêya rast bibînin ew jî xeta azadî û gel e. Li ser vê rêyê tevahî taktîk û stratejî rewa ne. Ji bo di sedsala bê de gel mafên xwe bi dest nexin di serî de li ser HDP, HDK, DBP û KCD’ê êrîş çêbûn. Di ketina vê sedsalê de dixwazin em bi tarûmarî bikevinê. Gel bê tifaq be, wek sedsala bihurî parçe parçe be û mafên xwe negirin. Ev ne tenê plana kesê li Qesrê ye. Ji nîjadperest heta faşîst tevahî li derdora Qesrê kom bûne. Ti carî bawerî bi demokrasiyê nanîn. Ti nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê qebûl nekirin. Dibêjin ya tê serî bitewîne ya ez ê te qut bikim û tê ji min re xizmetê bikî. Ev Kurdên dûvik dixwazin. Kurdê bi lingê xwe pêl axa xwe dike naxwazin. Ji ber vê êrîşî me dikin. Em dibêjin ku wê dîrok dîsa têkçûna me nenivîse.

JI BO ERDOGAN: NE HZ. MÛHAMMED LI SER RÊYA HÎTLER Î!

Dirûşmeya AKP’ê ya ‘yek dewlet, yek ziman, yek nîjad’ dirûşmeya Hîtler e. Yên ‘yekê’ wan qebûl nekin jî parçeker û terorîst îlan dikin. Yek tiştekî têkîldarî Xwedê ye. Lê, ev yekekê dispêrin me. Partiya ku bi dengê herî bi hêz van dilerizîne em in. Me pêşdeçûyina vê faşîzmê rawestand. Dibêje her tişt wê girêdayî min be. Ev jî gotina Hîtler e. Hîtler jî heman rêya bi kar tîne bi kar anî. .. Ev zilam zêde pirtûkan naxwîne, lê diyar e pirtûka Hîtler heta dawiyê xwendiye. Dibêjin ya em di rêya Hz. Mûhammed de ne, weleh tu derewan dikî, tu li ser rêya Hîtler î. Ew pirtûka rêya te ronî dike jî pirtûka Hîtler a ‘Doza min e’. Ji faşîzmê xwe xwedî dike. Wek karakter jî dişibin hev. Wê aqûbet jî hevşibî be em ê wê jî bibînin.

 ‘HINGÎ XWARIN BÛN WEK BERAZAN!’

Di dîroka van de berxwedan nîne. Dema derbe pêş ket, van ji Kenan Evren re çepik lêdan, methiye û helbest nivîsandin. Di jiyana wan de li dijî zilmê ti mînakên berxwedanê nîne. Mînakên berxwedana kevneşopiya Îslamê li vî welatî hene, lê ne ev in. Bi firotina nirxên xwe bi hevpeymanên qirêj ve gihiştin heta vir. Niha jî bi heman ferasetê nirxên xwe difiroşin û wisa li ser desthilatdariyê man. Dibêjin ya, AKP’e nûnerê Îslama siyasî ye. Tiştekî wisa jî nîne. Di kû derê Îslamê de dibêje rûşwet helal e? Di kîjan pîvanê de dibêje dizî rast e… Kîjan emrê wê dibêje ‘tu dikarî mirovan bi saxîtî bişewitîne? Hingî heqê evdan xwarin bûn wek berazan! Ma derew a ji bo Xwedê! Diz heye diz! Em ji yên şebeşa didizin re jî dibêjin diz. Em ji van re jî dibêjin diz. Divê mirov navekî din li van bike. Mirov heqaretê li dizan neke. Ev tiştekî din in. Tu li jiyana wan a luks…

GEFA MGK’Ê

Duh MGK’ê me nîşan daye û gotiye ‘ev nikarin bibin nûnerên gel.’ Di bimeşe ji wir! MGK, tu wek saziyek derbeyê, tu wek hêka Kenan Evren, ma tu temsîla gel dikî. De rabe ji wir! Em nûnertiya gel nekin û MGK nûnertiya gel dike ha? Tu hê saziya derbeyê ya Kenan Evren e. Carekê ti rewatiya te nîne. Bi hezar carî qurbana gelê me û îradeya wê be. Rezîltiyek wisa nabe. Paşeyên mezin, wezîr kom bûne, 5 saetan fikirîne, herî dawî jî daxuyaniyê didin û dibêjin ev nabin nûnerên gel. Bê şerm û heya, li halê xwe nanêrin, li ser rewatiya me daxivin. Roja em ji nav vî gelî derketin wê rojê jixwe em nûnerên vî gelî ne. Tu wek MGK, qebûl bike çi ye, neke çi ye..”

Piştî hilbijartina delegeyan, ji bo Hevserokatiya HDP’a Bedlîsê Cahît Aysal û Nazîme Arvas hatin hilbijartin.