Demîrtaş: Em bêçare nînin; gel wê gelek parlamentan ava bike!

"Parlament vîna gel e; em ê vê derê biparêzin. Lê belê, eger hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê wê her alternatîf bikeve rojeva me."

Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî hewldana tasfiyeyê da û destnîşan kir, ku ew bêçare nînin. Demîrtaş got, "Parlament ji aliyê gelan ve tên avakirin; eger gel bixwaze wê gelek parlamentan ava bike! Ev kom wê li cem gel be."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Demîrtaş got, "Bi qasî ku AKP/Qesr ji gel ditirse, ji tiştekî natirse. Di nava tirs û panîkê de ne ku protesto destpê bikin û gel dakeve meydanan. Ji ber ku hêza wan têra bêdengkirina îsyana heyî nekir, rabûn 15 hezar polîsên din wezîfedar kirin. Di demên bi vî rengî de, ku desthilatdarî ji zilmê ve zordariyeke bêsînor dike, di demên vê dema ku dîktatorî gav bi gav têk diçe de, ji bo desthilatdariya xwe bi her awayî zextê li gel dikin."

Demîrtaş da xuyakirin, ku kolan rewa ye, qanûnî ye, maf e, legal e û got, "Demokrasî li kolanan hatiye qezenckirin. Parlament bi tena serê xwe nikare demokrasiyê ava bike. Rêya rizgariya ji faşîzmê bi tenê parlament nîne."

Demîrtaş bal kişand ser şîdeta AKP'ê ya li parlamentê û got, "Ya ku hewl dan li parlamentê bikin, terora li kolanan dimeşîne. Divê mirov ti carî serî li ber van netewînin. Em 1'ê Gulanê roja berxwedan û piştgiriyê li hemû kedkaran pîroz dikin."

KÎLÎS

Li rewşa Kîlîsê Demîrtaş ev nirxandin kir: "Roketek çêkirine dema diçe her derê li hedefê dikeve, lê li Kîlîsê bi şaşitî dikeve xwarê! Roketeke bi vî rengî çêkirine. Bi tenê di nava çend mehan de 60 roket avêtin Kîlîsê. Zêdeyî 20 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê jî artêşa barbar, tecawizê dike. Her gavê jî Serokatiya Fermandariya Giştî piştî nîv saetê, saetekê radibe dibêje 'Li 300 hedefên DAIŞ'ê hat xistin, li 200 hedefên DAIŞ'ê hatin xistin'. Ev çi bêaqilî ye? Qet nebe daxuyaniyê piştî çend rojan bidin. We kengî lê dan, we kengî cenaze jimartin... Welat bi temamî tê xapandin."

'JI BO PÊVAJOYA DARBEYÊ BIMEŞÎNIN, DEREWAN DIKIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku AKP/Qesr welêt ber bi felaketekê ve dibe û ev nirxandin kir: "Ew kesê li Qesrê entelektuel jî nîne. Der barê çareseriya pirsgirêkên civakî de nêrîneke xwe nîne. Gotineke wî ya orjînal jî nîne. Ji xwe nediyar e ku zanîngeh qedandiye yan na. Ew bi xwe dibêje, ku pirtûk nexwendiye. Dibe ku nikaribe dibistana seretayî jî bixwîne. Nezantî naşibe tiştekî din. Kapasîteya xwe ya entelektûeliyê bi vî rengî ye. Gav bi gav welêt ber bi felaketê dibe. Ji edalet, demokrasî û mafên mirovan fêm nake. Bi kapîtalîzmê, emperyalîzmê nizane. Ji tiştekî fêm nake, lê tu rabe jê bipirse ew ê bêje civak bi temamî nezan e, ew bi her tiştî dizane. Mirovên herî tehlûke jî mirovên bi vî rengî ne. Vî şexsî di 7'ê Hezîranê de darbe pêk anî. Em jî hêza yekane ye ku dikarin pêşî li vê darbeyê bigirin. Mijara destnedanê yekser eleqeya xwe bi van heye. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin, ev şexs e. Heta ku HDP hebe ev darbe bi ser nakeve. Lê vê rastiyê bi vî rengî ji gel re nabêjin. Bêguman nabêjin ew destnedanê ji ber vê yekê radikin. Ji bo îqnakirina gel jî derewan dike. Di mijara derewan de serketî ne. Serokwezîrê stajyer di vê mijarê de zêde baş nîne. Dema derewan dike, yekser li rûyê wî der dibe. Yê din maşeleh hostayê derewan e. Dema ew derewan dike, kes pê nahese. Derewa destpêkê ew dike, li dû wî jî serokwezîrê stajyer dubare dike."

'EM Ê TI CARÎ DESTÛRÊ NEDIN'

Demîrtaş bal kişand ser êrîşa li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên HDP'ê û got, "Mesele ji xwe destnedan nîne, mesele pêvajoya darbeyê ye. Mîna ku duh di komîsyonê de karekî mezin kirine rabûne hevdu pîroz dikin. Bi qasî ku nebînin ev welat gav bi gav ber bi kendêl ve diçe, nezan bûne. AKP, CHP, MHP bi hev re tifaq kirine û hewl didin vê darbeyê mayînde bikin. Sê şaşitî bûne yek, hewl didin rastiyekê ji holê rakin. Qonaxa komîsyonê qediya, wê bînin civata giştî. Navê vê ne rakirina destnedanê ye. Navê vê tasfiyeya HDP'ê ye. Hewldana avêtina Kurdan û hemû cihêrengiyan ji parlamentê ye. Dixwazin bêjin; ji bilî yên bîatê ji qesrê re dikin, cihê kesî li parlamentê nîne.

Demîrtaş da xuyakirin, ku ew ê bêdeng nemînin û destûrê nedin ku li dadgehên bi wan ve hatine girêdan bên darizanidn. Demîrtaş got, "Hûn ê ti carî nikaribin tiştekî bi vî rengî bikin. Em ê neçin dozgeriyê, neçin polîs, neçin dadgehê. Eger hûn dixwazin bi zorê bibin, de fermo bibin. Lê em ê ji ber xwe ve neçin. Pêvajo wê li gorî dilê we nemeşe. Ev parlament malê bavê we nîne. Malê gel e. Em ê we hînî vê bikin. Ev der ne şîrketeke anonîm e, hûn ne rêveberên wê şîrketê ne em jî ne xebatkarên wê ne. Hûn bi hilbijartinê em bi KPSS nehatin; em bi xwêdana mirovan, bi tevkariya mirovan hatin vê derê. Mîna we bi budçeya dewletê, bi pereyên we dizîn, em nehatin.

'EM BÊ ALTERNATÎF NÎNIN; GEL ÇI BIXWAZE EM Ê WÊ BIKIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku parlament vîna gel e û got, "Em ê vê derê biparêzin. Lê belê, eger hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê wê her alternatîf bikeve rojeva me. Parlament ji aliyê gel ve tên avakirin; eger gel bixwaze wê gelek parlamentan ava bike. Ev kom wê li cem gel be, gel çi bixwaze wê wê bike. Li vir nebe, em bêçare nînin. Bila kes moralê xwe xera neke. AKP, Qesr wê têk biçe. Yê bi ser keve, em in. Ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên me yên wekîl ên bi yek wicûdî sekinînin û dilsozê vîna gel in, dikim. Tevahiya gelê me jî pîroz dikim. Yên deng dane yan jî deng nedane, bang li her kesên alîgirê aştiyê ne dikim ku li dora HDP'ê bicivin. Bang li hemû wekîlên dixwazin li dijî darbeyê bisekinin, bi taybetî bang li wekîlên CHP'ê dikim ku li dijî darbeyê têbikoşin. Cihê rast dijberiya Qesrê ye, cihê rast kêleka gel e."