Dayikên Aştiyê bang kirin ku Kurdistan were parastin

Dayikên Aştiyê li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê encama komxebatê ragihandin. Dayikên Aştiyê li dijî dagirkeriyê bang kirin ku Kurdistan were parastin.

Dayikên Aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê 21'ê Îlonê li Silêmanî kom bûbûn.

Encamnameya komxebatê înê hate ragihandin. Di komxebatê de rewşa li hemû parçeyên Kurdistanê hate nirxandin, hate nirxandin bê ka li dijî Vê jin û aliyên siyasî dikarin çi bikin .Li dijî êrîşên dagirker avakirina yekîtiya netewî weke rojeva sereke derkete pêş.

Di encamnameyê de ev bang hatin kirin:

''Hêzên navnetewî li dijî çekên kimyewî û komkujiyan divê helwesta xwe deynin

Hêzên xwecih û navnetewî divê hebûna gelê Kurd û çandad Kurdan biparêzin, li dijî dîtinên dijber xwedî helwest bin

Dayikên gerîla, pêşmerge û leşkeran divê têbikoşin  û li pêşiya şer rawestin

Partî û aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê divê yek bin û berevaniyê li Kurdistanê bikin

Tevgerên jinan ji bo yekîtiya netewî divê pêşengiyê bikin

Hemû dayikên aştiyê ji bo rawestandina şer divê li rex me bin.''