Daxwaza eşkerekirina kujerên Zekî Çelebî kirin

Malbata Mihemed Zekî Çelebî û bi dehan welatparêzên Bakurê Kurdistanê yên ji ber sedemên siyasî koçî Başûrê Kurdistanê bûne, serdana gora Mam Celal Talebanî kirin û bi daxuyaniyekê xwestin bikujên Zekî Çelebî bên girtin û cezakirin.

Li Silêmaniyê Malbata welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî û bi dehan welatparêzên Bakurê Kurdistanê yên ji ber mijarên siyasî koçî Başûrê Kurdistanê kirine û li Silêmanî dijîn, serdana gora Mam Celal Talebanî kirin. Li ser gora Mam Celal bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku kujerên Mihemed Zekî Çelebî bê gitin û cezakirin.

BIKUJ NAYÊN EŞKEREKIRIN

Di serî de, Nûnerê Komeleya Karkeran a Mezopotamya Mûsa Xalîd piştî serdana li gora Mam Celal Telebanî daxuyaniyek da. Xalîd diyar kir ku Mam Celal Kurdperwer û şoreşger bû, ji bo yekîtiya netewî kar kiriye. Xalîd got: “Em welatparêzên Bakurê Kurdistanê li Silêmanî dijîn û gelek caran bûne hedefa êrîşan. Herî dawî hevalê me Mihemed Zekî Çelebî hate qetilkirin. Me gelek serlêdan ji bo asayîş, polîs û YNK’ê kiriye, lê encamek bi dest neketiye hê jî kujerên Şehîd Şukrî Serhed Feraht Bariş û Mihemed Zekî Çelebî nehatine girtin û bikujên wan eşkere nebûne.”

ÇIMA BÊDENG IN?

Xalîd gotina Mam Celal a, ‘wê yek pişûka Kurdan jî radestî dijmin neke’ bibîr xist û pirsa li Silêmaniyê welatparêzên Kurd tên şehîdkirin. Xalid pirsên Çima rêveberên wan, rewşenbîr û ragihandina Silêmaniyê bêdengin? Ev bêdengî ji bo çiye? Ji bo çi bikujan nabînin? Em ê îro gilî û gazindên xwe ragihînin Mam Celal. Xalîd got: “Ji ber ku Mam Celal ji bo Kurdan nirxeke û di dema xwe de ragihand ku Silêmaniyê ji bo Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê stargeheke. Îro me bi serdana gora Mam Celal destpê kir, heta ku bikuj neyên dîtin û cezakirin wê hewldanên me berdewam bikin.”

PDK Û BARZANÎ EGER HÛN HEVKAR NÎNIN, ÇIMA BIKUJAN RADEST NAKIN

Piştre hevjîna Şehîd Zekî Çelebî Nurten Çelebî axivî û got: “Em hatine li gel Mam Celal, ji bo ku dengê xwe bigihînin hemû aliyên li Silêmaniyê berpirsyar. Zekî welatparêzek sivîl bû, li vir panaberek bû, sûcê wî çi bû heta bi hovane qetil bikin. Em Silêmaniyê weke xaka xwe dibînin. Lê, dijmin destê xwe xistiye nava vê xakê jî. Ey PDK, ey Barzanî eger destê we di qetilkirina Zekî Çelebî de nîne, çima hûn bikujan radest nakîn? Asayîş û polîsên Silêmaniyê 10 roj derbas bûn çima bersiv nadin. Hûn ji keça min a li vir dayik bûye çi dibêjin? Heta bikujan radest nekin û neyên cezakirin em ê nerawestîn. Wê xwîna Zekî li erdê nemîne. Baş bizanibin rêya Zekî rêya min e.”