Daxuyaniya Malbata Seydoyî ya li ser AKP'yiyên ji serxweşiyê hatin qewirandin

Ferdên malbata Seydoyî yên li navçeya Elbakê dan xuyakirin ku ji ber namzetê AKP'yî Alparslan bi polîsan hatiye serxweşiya wan, wan nerazîbûn nîşan dane û serdana Alparslan qebûl nekirine.

Ferdên malbata Seydoyî yên li navçeya Elbakê dan xuyakirin ku ji ber namzetê AKP'yî Alparslan bi polîsan hatiye serxweşiya wan, wan nerazîbûn nîşan dane û serdana Alparslan qebûl nekirine. 

Li navçeya Wan Elbakê, koma ji Serokê AKP'ê yê Wanê Zahîr Soganda û namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Farûk Alpaslan bi polîsan re çû xweşiyê û di encama tengezariya ji ber vê yekê derket de 4 kes hatin binçavkirin, AKP'yî jî neçar man navçeyê biterikînin. Bi awayekî balkêş AKP'yiyan weke berpirsyarê bûyerê HDP û DBP sûcdar kirin û diyar kirin ku ew çûne serxweşiya AKP'yiyan û Malbata Seydoyî ku xizmên namzetê AKP'ê Alpaslan e serxweşî qebûl nekiriye û ji ber vê yekê neçar mane ji cihê serxweşiyê biçin.

'BERÊ NEDIHAT'

Ji mezinên Malbata Seydoyî Hecî Cevzet Teyfûr anî ziman ku wan serdana serxweşiyê ya AKP'yiyan qebûl nekirine û got, "Em li vir rûdiniştin, ji nişka ve bi polîsan re ketin hundir. Me jî jê re got, 'Tu berê nediket nava civata me. Tu çima îro hat, te çima polîs anî? Em hemû hev du nas dikin, tu beriya niha qet ne di nava civata me de bû. Tu çima îro hat? Tu ji nava me derket, xwîna te xerabe ye, neyê nava me! Eger tu paqij bûya, tu yê bi xizmên xwe re bihata. Tu çima bi tenê hat û te çima polîs anî nava me'. Ji me re got, 'Navçeya min e ez ê werim'. Me jî got, 'Temam navçeya te ye, tu yê bê lê belê te çima polîs bi xwe er anî, em hemû xizmên hev in, welatî ne. Hewcehî bi polîsan nîne."

Ji ferdên malbatê Mehmet Seven jî got, "Em partiyîne. Farûk Alpaslan bi heyeteke ji polîsan tê nava me. Me nexwest bê, ji ber vê yekê nîqaş derket. Ciwanan qebûl nekirin. Piştî ku me jê re got, 'neyê nava me' derket û çû."

'TU ÇIMA BI POLÎS RE HAT?'

Ji ciwanên malbata Seydoyî Şemsettîn Seven jî anî ziman ku ew weke malbat HDP'yî ne û ji ber serdana serxweşiyê ya AKP'yiyan nerazî ne. Seven got, "Farûk Alpaslan bi AKP'ê re hat serxweşiya me û em jî ji ve nerazî bûn. Ji ber ku Elbakiyên li vê derê ji sedî 95 HDP'yî ne û em jî weke malbat HDP'yî ne. Me serdan wî qebûl nekir. Niha radibin vê partiyê sûcdar dikin, ev derew e. Tiştekî bi vî rengî nebûye, bi tenê hatin serxweşiya me me jî qebûl nekir. Ya ku AKP dike provokasyon e, ne tiştekî din e. Em van lîstikên qirêj naxwazin. Ciwanan jî nerazîbûn nîşanî vê dan û ew ji vir derxistin."

Seven di dewama axaftina xwe de got, "Ne rast e ku bi 50-60 polîsan werin serxweşiyê. Belê Farûk Alpaslan xizmê me ye. Xizmên wî bi xwe jî hatin. Apên, wî hatin li vir rûniştin, xwarin xwarin dûre çûn. Başe eger tu ewqasî girîngiyê dide xizmên xwe wê demê tu çima bi apê xwe re nehat, tu bi hêzên emniyetê re tê serxweşiya me. Me nexwest bi mejiyê AKP'ê were serdana me, me ew qebûl nekir."

...