DAIŞ rê nade ku Reqayî ji bajêr derkevin

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li beramberî pêşketina şervanên QSD’ê yên ber bi Bakurê Reqayê ve diçin ketine panîkê, ji bajêr direvin. Li aliyê din çeteyên ku li bajêr jî rê nadin ku welatiyên sivîl ji bajêr derkevin.

Bi pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Bakurê Reqayê, çeteyên DAIŞ`ê ji bo welatiyan wek mertal bi kar bînin, nahêlin ku welatiyên Reqayê ji bajar derkevin.

Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Bakurê Reqeyê, çeteyên DAIŞ`ê di nav tirseke mezin de ne.

Li gorî agahiyên hatine girtin, çeteyên DAIŞ`ê ji bo xwe ji derbên şervanên QSD`ê û balafirên Koalisyona navneteweyî biparêzin, sivîlên Reqayê weke mertal bi kar tînin û her kesên ku hewl dide ji bajêr derkevin jî digirin.