DAIŞ'ê ji 5 baskan ve êrîşî Şengalê kir
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê ji 5 baskan ve êrîşî Şengalê kir. Şerê ji ber êrîşê dest pê kir dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê ji 5 baskan ve êrîşî Şengalê kir. Şerê ji ber êrîşê dest pê kir dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê saet di 05:00 de, ji 5 baskan ve ji gundên Til Qeseb, Rambosî, Kizilkent, Solaq û ji aliyê febrîqeya çîmento ya Şengalê ve êrîşî gundên Şengalê kirin.
Şerê ji ber êrîşê dest pê kir bi dijwarî dewam dike.
Di vê navebrê de balafirên hêzên koalîsyonê bombeyan li çeperên DAIŞ'ê dibarînin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo nehêlin balafir wan bibînin, lastîkan û petrolê dişewitînin.