Dagirkeran 2 caran bi çekên qedexekirî êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 30'ê Adarê çeperên berxwedanê yên li Sîdayê 2 caran bi çekên qedexekirî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

30'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 2 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Adarê qada Serê Metîna ya Metînayê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

30 û 31'ê Adarê qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, derdora çemê Lolanê, qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 96 caran bi helîkopterên êrîşê, hewan, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."