Dadgehê xwest bila dosyeya Zulkuf Gezen ê PKK’yî dîsa were nirxandin

Di merasîma cenazeyê Zulkuf Gezen ê PKK’yî de walîtiya Amedê destûrê lêpirsînê nedabû astengiyên ku polîsan di merasîmê de kiribûn. Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê diyar kir biryara walîtiya Amedê li dijî hiqûqê ye û xwest dosye dîsa were nirxandin.

Di 17’ê Adara 2019’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyê PKK’yî Zulkuf Gezen ê ku 17 rojan di greva birçîbûnê de bû, li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Tekîrdagê çalakiyeke fedaî kiribû û dawî li jiyana xwe anîbû.

Di merasîma cenazeyê Gezen de polîsên AKP û MHP’yî êriş kiribûn. Cenaze ji Stenbolê hatibû revandin û anîbûn Amedê. Bêyî daxwaza malbatê cenaze bi darê zorê hatibû veşartin.

Polîsan ji malbata Gezen re gotibûn ‘Em 15 deqîqeyan didin we. Yan hûn ê cenaze veşêrin yan jî em ê veşêrin’ û gef li malbatê xwaribûn.

Polîsan çek li Şeyhmû Gezen ê ku navê Zulkuf Gezen kişandibû û gotibû ‘Vî cenazeyî ji vir bibin’. Piştî veşartinê dema ku dia jî dihate xwendin, polîsan gotibûn ‘Belav bibin’ û gef li malbatê xwaribûn.

Parêzerên malbatê derbarê polîsan û rayedarên walîtiyê giliyê sûc kiribûn. Lê Walîtiya Amedê destûra  lêpirsînê nedabû. Malbata Gezen îtîraza xwe ragihandin dadgeheke bilindtir.

Daîreya Doza Îdarî ya Yekemîn a Dadgeha Îdare ya Herêmî ya Dîlokê îtîraza malbatê qebûl kir û biryar da ku bila walîtiya Amedê qedexeya lêpirsînê ji ber çavan derbas bike û dosye ji walîtiyê re şand.