Ciwanen Azad: Pêwîst e ciwan ji bo serketina HDP'ê rola xwe bilîzin

Ciwanen Azad, xwest ciwanên li Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi ruhê seferbertiyê bixebitin û got, “HDP, nefeseke nû, dengekî nû ye. Rêya yekane û herî nêz a mirov bigihêje nûbûn, hêvî û azadiyê HDP ye.”

Ciwanen Azad, têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Ciwanên Azad bal kişand ser komkujiyên li Rojhilata Navîn û destketiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê, serketina berxwedêrên li Kobanê û Şengalê yên li hember çeteyên hov.

'DIVÊ CIWANÊN LI EWROPAYÊ ROLA XWE BILÎZÎN'

Di daxuyaniyê de Ciwanên Azad bal kişandin ser pêwîstiya rola ciwanên Ewropayê di xebatên hilbijartinên 7’ê Hezîranê de û hat gotin ku partiyên pergalê li hember daxwazên gel ketine pêvajoyeke xitimandinê û pêşketinên hene firsendên girîng dide pêşiya HDP’ê.

Ciwanên Azad got, “HDP, nefeseke nû, dengekî nû ye. Rêya yekane û herî nêz a mirov bigihêje nûbûn, hêvî û azadiyê HDP ye.”

Ciwanên Azad, bang li tevayî derdorên demokratîk û ciwanên li Ewropayê kir ku ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi ruhekî seferbertî ji HDP’ê re bixebitin.