BI DÎMEN

Ciwanan li Qendîlê posterê Ocalan bilind kir

Ciwanên li Qendîlê, posterê Ocalan ê ku duh di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate texrîbkirin, postrê Ocalan hildan.

Herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê carekî din dîsa ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate bomberdûmankirin.

Herêmên di navbera gundên Pîrdeşal û Zergelê yên girêdayî Qendîlê a bi ser Herêmên Parastina Medyayê de carekî din dîsa ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmana li ser jîngehên gel torên yên Binarê Qendîlê hatine qût bûne.

Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji beriya niha ji aliyê gerîlayan ve li ketina Qendîlê de li qûntara çiya hatibû daliqandin ji aliyê balalafirên şer ve hatibû hedefkirin. Ciwanên Binarê Qendîl îro li şûna posterê Ocalan ê ku hatibû texrîbkirin,posterkî nû yê Ocalan daliqandin û êrîşên artêşa Tirk şermezar kirin. Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.