Ciwanan li Hollandayê PKK silav kirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Den Haagê ji aliyê ciwanan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat gotin, "Weke fedaiyên Rêber Apo, divê em pêvajoya şoreşê mezintir bikin û li her derê belav bikin."

Li Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Hollanda Den Haagê, ciwanên endamên Ciwanên Azad, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan bi awayekî girseyî ber bi Event Plaza cihê pîrozbahiyê meşiyan. Di meşê de alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

'PKK RIZGARÎ YE'

Ciwanan nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê dan û destnîşan kirin, ku PKK ji bo Kurdan rizgariya ji zilm, zext, qirkirin û polîtîkayên tinekirinê ye. Ciwanan weke mînaka dawî ya vê rastiyê jî işaret bi Şengalê kirin.

Ciwanan ragihandin ku qedexekirina PKK'ê tê wateya qedexekirina Kurdan û bi meşa leşkerî ketin nava salona pîrozbahiyê.

'BÛ HÊVIYA MÎLYONAN'

Tevgera Ciwanên Azad a Hollandayê di daxuyaniya xwe ya li pîrozbahiyê de ev xal destnîşan kir: "Tevgera PKK'ê ya di 27'ê Mijdara 1978'an de weke komekê li gundê Fîsê yê navçeya Amed Liceyê ava bû, îro bûye hêviya bi mîlyonan û veguheriye heqîqetê. Di demeke ku hebûna gelekî nedihat qebûlkirin, Kurdan ji Kurdîtiya xwe fedî dikirin de Rêber apo û kadroyên pêşeng, gavên destpêkê yên lêgerîna vê heqîqetê avêtin û gomlekê ji agir li xwe kirin. Di vê pêvajoyê de bi cûnta leşkerî ya 12'ê Îlonê re gelek kom ji hev belav bûn an jî xwe şibandin sîstemê. Lê tevgera PKK'ê bi baweriya ji têkoşîna xwe re hebûna xwe heta roja îro dewam kir û hêza xwe her zêde kir. Weke fedaiyên Rêber Apo, divê em pêvajoya şoreşê mezintir bikin û li her derê belav bikin. Hêza pêşeng a ku bi eşqa heqîqetê ya Rêber Apo re jiyana azad ava bike, bêguman fedaiyên Rêbertî ciwan in."

Pîrozbahiyê bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.

...