BI DÎMEN

Ciwanan di roja 4. de ber bi Raststatt ve dimeşin

Meşa dirêj di roja 4. de ciwanan ji Dûrlach ber bi Raststatt ve dimeşin. Ciwanên ku komplo û qetlîamên li Cizîrê protesto dikin, îro wê 28 km bimeşin.

Meşa dirêj a di pêşengtiya Ciwanên Azad de li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û terora dewleta Tirk a li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di roja 4. de ye. Ciwanan bi beşdariya 300 kesan ji Raststatt dest bi meşê kirin. Ciwanan gelê ku li Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr anîn û dirûşmên “Qatil Erdogan” qîr kirin.

Ciwanan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad jî bilind kirin, wê nêzî 28 km bimeşin. Hedefa ciwanan bajarê Raststatt ê girêdayî Karlsrûhe ye.

Di meşê de belavokên komploya navneteweyî û qetlîamên dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê tîne ziman belav kirin. 

REXMÊ ASTENGIYÊN POLÎSAN JÎ BERXWEDAN DIDOMIN

Ciwanan ku dem bi dem bi astengiyên polîsan re rû bi rû diman jî, gotin “Her çi dibe bila bibe heta azadiya Rêberê me pêk neyê em ê meşa xwe ya ber bi Strasboûrgê dewam bikin.”

...