Ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin

Meşa dirêj a bi şiyara "Xwedî derkeve", bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, îro li bajarê Elmanya Wûppertalê bi coşeke mezin destpê kir.

Meşa dirêj a bi şiyara "Xwedî derkeve", bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, îro li bajarê Elmanya Wûppertalê bi coşeke mezin destpê kir.

Meşa bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad (JCA) li bajarê Elmanya Wûppertalê destpê kir, bi beşdariya 150 ciwanan pêk hat. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok APo", "Jin jiyan azadî", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Tolhildan" hatin qîrîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên tevgera azadiyê ya Kurd hatin hilgirtin.

Komîteya Amadekar da xuyakirin, ku meşa îro destpê kiriye wê roja Înê bi dawî bibe û ciwan wê bi giştî 56 kîlometreyan bimeşin. Ciwan wê îşev 13 kîlometre bimeşin û li Remscheîdê bimînin. Piştî vê meşê wê ciwan li Navenda Civaka Demokratîk saet di 19:00 de bicivin û tevlî merasîma bîranîna gerîlayên têkoşîna azadiyê Erzîncan Merke û Cîhan Sînemlî bibin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku ciwan wê sibe saet di 09:00 de li Remscheîdê meşa xwe dewam bikin.