Civîna 3 partiyên hikûmetê ya li Hewlêr bi dawî bû

Ji bilî PDK û Goran civîna 3 partiyên di hikûmetê de cih digirin ku ji bo çareseriya krîza heyî li Hewlêr kom bibûn bi dawî bû.

Ji bilî PDK û Goran civîna 3 partiyên di hikûmetê de cih digirin ku ji bo çareseriya krîza heyî li Hewlêr kom bibûn bi dawî bû.

Îro li Başûrê Kurdistanê saet 13.00’an Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan û Komelaya Îslamî ji bo pirsgirêkên li herêmê, mijara ku PDK’ê bi awayekî ne qanûnî wezîrên Tevgera Goran ji nav hikûmetê avêt nîqaş bikin, kom bûn.

'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN EM KOM BÛN'

Piştî civînê li ser navê 3 partiyan, endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mela Bextiyar daxuyaniye da. Bextiyar got: "Li hember pirsgirêkên heyî ji bo em helwesta xwe nîşan bidin û ji bo pirsgirêk bi diyalogan çareser bibin em hin biryaran bigirin kom bûn.” Bextiyar diyar kir ku bi ti awayî wê wezîfeya wezîrtiyên ji Tevgera Goran vala bûne negirin ser xwe.

Bextiyar diyar kir ku di civînê de hin biryarên ji 6 xalan girtine û ev xal destûra hevpar a her sê partiyên ku tevlî civînê bûne.

BIRYAR

Birayên di civînê de hatine wergirtin wiha ne:

“Pêwîst e hikûmet û parlamento pirsgirêkan beriya ku parlamento bikeve betlaneyê çareser bike.

Em piştgiriyê didin xwepêşandanên gel ê derdikeve kolanan.

Saziyên çapemeniyê pêwîst e weşaneke ku çareseriya pirsgirêkan esas digire bike. Bi taybet çapemeniya PDK û Goran.

Bi çi awayî be bila be em li herêmê li hember du rêveberiyan e.

Dûrxistina Serokê Parlamentoyê û wezîran ji wezîfeyê li dijî qanûn e.

WÊ BI PDK’Ê RE HEVDÎTIN PÊK BÊ

Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mela Bextiyar her wiha diyar kir ku ji bo biryar û pêşniyaran ragihînin wê PDK’ê re hevdîtinê pêk bînin.