Cihê kurê Nevzat Oner ê astengdar Diyar li edliyê nîne!

Li Qelqeliyê sala 2020’ê piştî çalakiyeke bi çek û şûnde ji 48 kesên hatibûn girtin tenê Nevzat Oner ê HDP’î maye. Dadger ji bo Diyar Oner ê xwestibû ku rûniştina herî dawî bavê xwe bibîne got: “Çi karê vî li vir e, ma ez doxtor im’ nerazîbûn nîşan da.

Li navçeya Qelqelî ya Wanê 14’ê Gulanê piştî êrîşa bi çek a li dijî wesayîteke şaredariyê ya li nêzî Taxa Memedalan û şûnde, endamên Şaredariya HDP’ê jî di nav de 48 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî berdana 8 kesan a li dozgeriyê, di rûniştinên dozê de 32 kes, 23’yê Îlona 2021’ê jî di rûniştina dawî ya li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Wanê de 7 kes hatin berdan. Lê ji bo endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Nevzat Oner biryara domandina girtinê hate dayîn.

Ji heman dosyayê hevjîna endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Nevzat Oner negirtî tê darezandin. Adalet Oner a hefteyê du rojan diçe emniyetê îmze dadine, heman demê xwedî li 3 zarokan jî derdikeve. Yek ji van zarokan jî ji welidînê ji sedî 99 astengdar Diyar Oner ê 15 salî ye. Duh Diyar ji bo dîtina bavê xwe li ser destan hate edliyeya ku ji bo astengdaran derbasker tine bû çûbû. Diyar Oner bi tevgerê xwe yên dest û ling xwest bala bav xwe bikişîne ser xwe, ji ber vê tim heyeta dadgehê hişyarî da Diyar Oner.

Dayik Adalet Oner li ser vê yekê agahî da û diyar kir ku ji bo Diyar bîne dadgehê gelek astengî ji bo wê hatine derxistin. Oner diyar kir ku ji ber ku merdîvenê ji bo astengdaran li Edliyeya Wanê nebû, neçar maye ku li ser destan hilgirin heta edliyeyê û got: “Di rûniştina dawî de min rewşa giştî malbat têde ye vegot, rewşa Diyar anî ziman. Min anî ziman ku divê heyeta dadgehê vê rewşê li ber çavan bigire lê dadgeh ji bo min got; ‘Ma ez doxtor im’ bertek nîşanî min da.”

Oner destnîşan kir ku 2 zarokên min ên din yek 11 û yê din jî 7 salî heye û got: “Rûniştina me li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dom dike. Di çarçoveya berdanê ya bi kontrol îmza dadinim. Dema îmzeya min a her 15 rojan daxistin her hefteyekê. Di nava hefteyê de îmze li du dosyayan dadini. Ji ber dosyayên ku ti eleqeya me pê tine, tên darezandin û gelek mexdûr in. Di dosyayê de tenê hevjînê min girtî maye. Hevjînê min bê sûce, hêvî dikim ku rûniştina bê jî bê azadkirin. Hevjînê min keseke ku tenê siyasetê dike.”

Adalet Oner anî ziman ku ne tenê li eywanên dadgehê li her cihê diçinê ji mafên welatîbûnê sûdê nagirin û wiha pêde çû: “Ji bo girtina komirê min du caran serlêdan kir. Min serlêdan ji bo Forma Alîkariya Civakî ya Qeymeqamtiya Qelqeliyê kir. Du carî serlêdana min a alîkariyê hate redkirin. Keyeyê taxê ji bo min got; ‘Hevjînê te ji ber vê bûyerê girtî ye. Alîkarî bi te re nakin, xwe newestîne’.”