BI DÎMEN

Cîhan Şêx Ehmed: Em tola jinên cîhanê hiltînin

Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Reqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya jinan bê rizgarkirin.

Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Reqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya jinan bê rizgarkirin.

Cîhan Şêx Ehmed li ser Pêngava Xezeba Firatê ji ANF'ê re axivî.

Berdevka Odeya Çalakiyê da xuyakirin, ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de heta niha gelek bajarokên mezin, bi dehan gund, bi sedan gundik û girên stratejîk ên li rojavayê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.

Cîhan Şêx Ehmed  diyar kir, pêngava wan bi lez û serketî dewam dike, gav bi gav dorê li navenda Reqayê digirin û got, "Dikarim bêjim ku navenda bajarê Reqayê êdî di menzîla şervanên me de ye. Şervanên me, tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî bi fedakariyeke mezin ber bi dilê çeteyên DAIŞ'ê Reqayê ve diçin."

JIN BINGEHA MIROVAHIYÊ YE, LEWMA DAIŞ BERIYA HER TIŞTÎ DIXWAZE JINAN TIKE BIKE

Cîhan Şêx Ehmed  diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê di bin navê Îslamê de di asta herî bilind de barbariyê dike û got, "Vê yekê li dijî tevahiya mirovahiyê dike. Lê belê bi taybetî dixwaze jinan tine bike. Ji ber ku jin bingeha mirovahiyê ye. Yanî çeteyên DAIŞ'ê beriya mirovahiyê dixwazin jinê tine bikin. Di şexsê Reqayê de êrîş li jinê tê kirin. Li Reqayê îşkence, komkujî û destavêtin li jinê tê kirin. Bi rêbazên ji yên serdema navîn dijwartir, jin tên kolekirin û firotin."

Cîhan Şêx Ehmed  revandina bi sedan jinên Êzidî ji Şengalê bibîr xist û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê ev jin anîn Reqayê, li bazaran firot û destnîşan kir, ku ev zîhniyet û çeteyên DAIŞ'ê hê jî gefê li hemû jinan dixwe.

Cîhan Şêx Ehmed da zanîn, li dijî vê êrîş û kolekirina jinê, jinan bi rengekî çalak cihê xwe di nava pêngavên Şeddadê, Şehîd Rûbar Qamişlo, Minbic û gelek pêngavên din de girt.

JIN BI GAVÊN DÎROKÎ BI SER TARÎTIYÊ VE DIÇIN

Berdevk ragihand, gelekî girîng e ku pêngava dîrokî ya li dijî sembola tarîtiyê û dilê çeteyên DAIŞ'ê Reqayê, bi daxuyuaniya jinekê ve hat destpêkirin û got, "Ev yek peyameke gelekî watedar e. Jin bi gavên dîrokî bi ser tarîtiyê ve diçin."

Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir, ku armanca bingehîn û dîrokî ya jinan û hêzên parastina jinê ye, ku bi vê pêngavê re ne tenê çeteyên DAIŞ'ê, zîhniyeta ku ji aliyê van çeteyan ve hatiye afirandin, di şexê Reqayê de bi erdê re bikin yek.

Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Pêngava Xezeba Firatê jî bi vê armancê dest pê kiriye, ji bo jinan pêngaveke dîrokî ye û ev nirxandin kir:

PÊNGAV BI FERMANDARIYA JINAN TÊ MEŞANDIN

"Jin, bi tiştên ji Şoreşa Rojava û pratîka şerê şoreşgerî hîn bûne, mîna li her pêngavê di vê pêvajoyê de jî bi rol û mîsyona pêşengiyê radibin. Aliyekî din ê gelekî girîng, watedar û divê bê destnîşankirin ew e, ji pêşengiyê wêdetir jin ji vê pêngavê re fermandariyê dikin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê bi pêşengiya jinan didome Reqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ'ê hate ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya hêzên me yên parastina jinê bê rizgarkirin. Em ê ji çeteyên DAIŞ'ê û zîhniyeta wan a tarî, toleke dîrokî hilînin. Em ê tola hemû jinan bi taybetî jî tola jinên Êzidî hilînin."

NAVEKÎ DIN Ê PÊNGAVÊ, 'PÊNGAVA HILANÎNA TOLA JINÊN CÎHANÊ YE

Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir, ku navekî din ê Pêngava Xezeba Firatê, 'Pêngava Hilanîna Tola Jinên Cîhanê' ye û bal kişand ser êş û azara jinên Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ'e dikişînin:

JIN GELEKÎ BI HÊRS Û BI HÊVÎ NE

"Jinên ciwan ên ji Reqayê yên tevlî hêzên me bûne dibêjin, 'Me gelek tişt ji zilma DAIŞ'ê kişand. Em dixwazin tolê ji çeteyên DAIŞ'ê hilînin. Hê jî jinên di nava zilma çeteyên DAIŞ'ê de ne, hene. Jinan em rizgar kirin. Em jî dixwazin jinên din rizgar bikin.

Jin bi rastî jî gelekî bi hêrs in. Di heman demê de bi hêvî ne. Ji ber ku hêzên parastna jinê hene. Rastiya jinan a şervaniyê heye. Jinên ku di her serdema dîrokê de ji nedîtî ve hatine, îro gihîştine asta pêşengî û fermandariyê."

JI BER KU AXA XWE GAV BI GAV RIZGAR DIKIM, EZ GELEKÎ KÊFXWEŞ IM

Cîhan Şêx Ehmed anî ziman, ku wê heta niha cihê xwe di nava gelek pêngavan de girtiye û hestên xwe yên li ser Pêngava Xezeba Firatê bi vî rengî rave kir: "Lê belê, dema min dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kir, ez gelekî bi coş û kêfxweş bûm. Heman kêfxweşî niha jî bi min re ye.

Li gundên em rizgar dikin, kêfxweşiya mirovan, dîtina kêliya azadiyê ya jinekê, mirov dixe nava hestên gelekî cuda. Ji ber ku gav bi gav bajarê xwe, axa xwe rizgar dikim, ez gelekî kêfxweş im."

Berdevk Cîhan Şêx Ehmed herî dawî destnîşan kir, ku pêngava wan bi rengekî serketî dewam dike, ew bi erka xwe ya parastina gelê xwe radibin û got, "Ji bo me ewlekariya gelê me gelekî girîng e. Ji ber ku tiliya mirovekî jî xwîn bibe, wê ev yek me bêşîne. Lewma divê gelê me yê Reqayê xwe ji biryargeh û navendên DAIŞ'ê vegire. Berê xwe bide qadên azad."

Ji bo avakirina Sûriyeya Federal a Demokratîk û qedandina şerê heyî bang li gelên Sûriyeyê kir, ku bi hev re tevbigerin.

CÎHAN ŞÊX EHMED KÎ YE?

Yek ji damezrînerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û berdevkê Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed di sala 1981'ê de li Reqayê ji dayik bû. Malbata wê ji eşîra Şedadan e û zêdeyî 40 salan li Reqayê ma. Dibistana Seretayî li dibistana Hewarî Bomdî, ya navîn li Ebî Elaa El Mairî, lîse li Finûn Cemîlê qedand û piştî qedandina beşa pêşketina zarokan li Enstîtuya Finûn Cemîlê, perwerde da zarokên li Reqayê.