Ceyş El Siwar: Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê

Ceyş El-Siwar diyar kirin ku wê şêniyên herêma Şehbayê bi hemû hêza xwe biparêzin û destûr nedin ku Tirkiyê xaka wan dagir bike.

Navenda Raghandina Ceyş El-Siwar têkildarî şerê dawî yên li herêmên Şehbayê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Ceyş El-Siwar diyar kir ku piştî ku hêzên me gundên Bakurê Helebê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û çete têkbirin, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên dijwar dan destpê kirin. Artêşa Tirk di wan êrîşan de top,tang û balafirên şer û keşfê li hemberî me bikar naîn.

Şer di 19`ê Cotmehê de destpê kirin û heta 22`ê Cotmehê berdewam kirin. Artêşa Tirk a dagirker gundê Herbel, El-Hesiye, El-Semûqe, El-Werdiye, Hisacik û Um-Hoş bi çekên curbecur topbaran dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê dixwazin ji aliyê El-Semûqe û Um-Hoş ve bi pêşve werin.

Ceyş El-Siwar wiha anî ziman: “Di encama bomerdûmana artêşa Tirk a 19`ê Cotmehê ya li dijî nuqteyên me de 15 şervanên me Şehîd bûn û 5 şervan jî birîndar bûn..

Şervanên me li hemberî teror û dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê û bi taybet Eniya Parastina Jin a Şehba bi lehengî li ber xwe dan. Em di kesayeta Şehîd û rojnamevan Eylûl Nûhilat li beramberî canfedayên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Em soz didin şehîdên xwe ku rêça wan bişopînin û em destûr nadin dewleta Tirkiyê ku xaka me dagir bikin û em êrîşa terorane têk bikin.”