Ceyran û av ji ser gundê Talatê qut kirin

Hêzên dewleta Tirk ev 3 roj in êrîşî gundê Talatê yê Nisêbînê dikin, hêzên dewlêtê ceyran û av ji ser gund qut kirin.

Êrîş û dorpêça dewleta Tirk ya li ser gundê Xeraba Bava yê Nisêbînê di roja 15’an de didome. Beriya 3 rojan hêzên dewletê êrîşî gundê Talata kirin û hêj jî êrîş  berdewam e.

Hêzên dewletê di 2 rojên dawî de êrîşên giran bi ser gund de birin û niha jî ceyran û av ji ser gund qut kirine.

Gundiyên Talatê ku ji ajansa me re axivin wiha gotin; "Êrîş bi awayekî bi hêz berdewam dike. Siharê ceyrana me qut kirin niha jî ava me qut kirin. Em di rewşek xirab de ne.

Li gund mal tên hilweşandin û bê ser û ber bi çekên giran guleyan diavêjin.