Çeteyên li Hesekê hatin şikandin, dixwazin li Hesekê hebin!

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG/YPJ'ê, di roja 58. de ye. Di ser komkujiya çeteyan a li Kobanê de 8 roj derbas bûn. Çeteyan di şeva komkujiya li Kobanê de êrîşî qadên li Hesekê yên di destê rejîmê de bûn, kirin.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG/YPJ'ê, di roja 58. de ye. Di ser komkujiya çeteyan a li Kobanê de 8 roj derbas bûn. Çeteyan di şeva komkujiya li Kobanê de êrîşî qadên li Hesekê yên di destê rejîmê de bûn, kirin.

Li pêşberî pêngava YPG’ê çete destpêkê li Xaburê têk çûn. Li pêşmberî meşa bi biryar ya YPG’ê navendên herî girîng yên çeteyan Alya û piştre jî di 20’ê Gulanê de Çiyayê Kizwan hatin paqijkirin.

Bi pêngavên taktîkî yên YPG’ê re di encama operasyonan de bi dehan gund û sedan çete hatin dorpêçkirin û çete reviyan. Yên nekarî birevin jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê hatin tesfiyekirin.

'ÇETE LI XETÊN PARASTINÊ DERBÊN GIRAN DIXWIN'

Çawa ku çeteyan li gundê Xabur ê Asûiyan ê di navbera Hesekê-Tîl Temir de xeta parastinê ya mezin ava kirin, li eniya Serêkaniyê jî li bajaroka Mebruka û gundên Ravya û Dehma jî bi amadekariyeke mezin xeta parastinê ya xurt ava kiribû.  Bi qemyonên bombebarkirî û bi hezaran mayînan, gelek çeteyan, hewl dan pêşî li pêşketina YPG’ê bigirin.

Çeteyan di serî de bi êrîşên întîxarî, bi gelek qemyonên bombebarkirî, li dijî hêzên YPG û YPJ’ê êrîş pêk anîn. Lê ne xeta parastinê û ne jî êrîşên çeteyan pêşveçûna YPG’ê neda sekinandin. Berevajî vê di her dema şervaneke/î YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan de, YPG û YPJ’ê zêdetir berê xwe dan mewziyên çeteyan.

Di van rojên ku YPG meşa xwe ya azadiyê pêş dixe de, Serokkomarê Tirk Erdogan ê di hilbijartinan de têk çû, bi kampanyayê reşkirin û derewan, dijminahiya xwe ya li dijî Rojava bi aşkera nîşan dide.

'ERDOGAN RÊ DA BER, ÇETEYAN KOMKUJÎ PÊK ANÎN'

Erdogan û AKP tevî hemû belge û tespîtan, rexneyên cîhanê, dijminahiya xwe ya li hember Rojava bi israr dimeşîne û bi çeteyan re li hemberî Rojava rêbazên îmhayê dimeşîne. Dewleta Tirk, Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê li dijî îlana dewletê ya çeteyên DAIŞ’ê ya 29’ê Hezîrana 2014’an, dengê xwe dernexist û  wezîrê karê hundir yê demê Davûtoglû jî desteka xwe ya ji  bo çeteyan îlan dikir.

Erdogan û AKP’ê, hebûna çeteyan wek hebûna xwe dît, li dijî meşa YPG’ê ya li Girê Spî, têkçûna polîtîkayên xwe dît û dest bi kampanyayên reşkirin û derewan kirin.

Erdogan agahiyên derew ên endamê çete Yilmaz Bîlge ji xwe re referans girt û îdia dikir ku YPG, Ereb û Tirkmenan ji herêmê derdixe û sazbûna demografîk diguhere. Lê dema Erdogan ev nûçeya derew belav dikir, hîna gundê Tirkmen Tîl Hamam neketibû destê YPG’ê. YPG’ê ji bo Erebên li herêmê ji zilma DAIŞ’ê rizgar bike di pêvajoya azadkirina Mebrûka de du şervanên xwe şehîd da û gel azad kir.

Gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevkariya Erdogan, AKP û DAIŞ’ê di 7’ê Hezîranê de di bin bendê de hiştibû. YPG’ê jî di 15’ê Hezîranê de Girê Spî girt û sînorên Erdogan û çeteyan girt, kantona Cizîr-Kobanê kir yek. Lê deriyekî vekirî yê navbera Erdogan û DAIŞ’ê de jî digirt.

'HESEKÊ, KOBANÊ RASTÎ ÊRÎŞA HEVDEM HAT'

Erdogan gotina xwe ya ‘YPG ji DAIŞ’ê xetertire’ di vê pêvajoyê de anîbû ziman. Yên Rojava nas dikin, dizanin ku gotinên Dewleta Tirk bi çeteyan re wê bikeve pratîkê. Dîsa piştî hevdîtinên dewleta Tirk a bi rêveberiya Rojava re şûnde dibîne ku wê li Rojava komkujiyek pêk bê.  Yên pêvajoya pêşketina Kobanê dişopînin vê rastiyê dibînin.

Di vê astê de kê komkujî pêk aniye, zêde wateya wê tine. Ya girîng ev e ku kê rê daye ber, kê destek daye çeteyan û di sînor de derbas kiriye.

Yên çeteyên DAIŞ’ê nas dikin, dizanin ku hêzên weke Tirkiyeyê destekê didinê û wan li ser piyan dihêle. Komên çeteyên wisa hedefên xwe ji cihên herî qels hildibijêrin. Çete dema li cihekî derbeyê bixwin, li cihekî din gavê diavêje. Dixwazin hedefa xwe ji nuqteyê qels bigirin. Bi vê re hedef dike ku berfirehbûna hebûna xwe esas bigire.

Çete di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de têk çû û vê carê li Hesekê û Kobanê dest bi êrîşan kir. Çeteyan li Kobanê 233 kes ku di nav de jin, zarok û extiyar hebûn qetil kir. Di pêvajoya ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya Nîşwa ku rejîm lê bû û cihê herî qels ê Hesekê bû, çeteyan li dijî Hesekê êrîşek pêk anî. Lê sekna rejîmê, çete neçar hişt şûnde bikişîne.

Lê piştî Girê Spî ji çeteyan hat paqijkiri şûnde  bi taybet li ser gotinên Erdogan û AKP’ê li hember Hesekê û Kobanê êrîş pêk hatin. AKP dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan aşkera vedibêje û desteka xwe dide her cureyê komkujiyê. Ji ber vê jî êrîşa li dijî Hesekê jî ji xeta sor ya dewleta Tirk ne serbixwe ye.

ÇIMA HESEKÊ?

Erdogan her tim bi derewan hewl dide YPG û PYD’ê bi Esat re bixe nava têkiliyê û piştî serketina YPG’ê ya Girê Spî, ji bo pêşî li pêşketina YPG’ê bigire, li Rojava êrîş zêde kir. Girtina Alya, Çiyayê Kizwanan, Mebrûka, Sîluk û Girê Spî, ev gihandibû lûtkeyan. Erdogan û AKP’ê bi derew û kampanyayên reşkirinê, çete ji nûve berhev kir û derbasî êrîşan kirin.

Piştî Girê Spî hat azadkirin, di çapemeniyê de derket holê ku bi sedan çete derbasî Kaniya Xezalan bûne û ji bo hedefên nû li çîftlîga Daristana Ataturk a Serêkaniyê tên perwerdekirin.

Êrîşên li dijî Kobanê û Hesekê piştî vê ketin pratîkê. Di şeva 25’ê Hezîranê ya bi 26’ê Hezîranê ve girê dida, bi awayekî hevdem li dijî Kobanê û Hesekê êrîş pêk hatin.

Encam û sedemên komkujiya Kobanê hatin nîqaşkirin. Lê zêde li ser ya Hesekê nehat sekinandin.                                                                                                    Di vê xebata xwe de em van êrîşên çeteyan digirin dest.

Hesekê di nav bajarên Rojava de yê herî zêde xwedî taybetiyên cuda ye.  Kurd, Ereb û Asûrî lê dijîn. Rejîma Esad bi salan li ser van hevsengiyan hebûna xwe parast. Li gel Ereban, zêdetir aliyê Asûrî esas girt. Ji ber vê dema şer destpê kir, rejîmê pişta xwe da Asûriyan.  Asûriyan ji ber bawerî û çanda xwe her tim avabûna xwe ya xweser parastin.

'ÇETEYAN BI SAYA MUKANEHÎN ÊN REJÎMÊ ÊRÎŞÊ BAJÊR KIRIN'

Li  Hesekê ji bilî taxên Kurd, taxên Ereb û Asûr di bin îdareya rejîmê de ne. Rejîma Esat wekê li her derê, li Hesekê jî qels bûye. Rejîm bi Erebên ku ji Mukanehîn û Maxavîr  ya alîgirê Îranê ye, xwe diparêze.

Bi êrîşa Hesekê re derket holê ku di nava Mukanehîn û Makavîr de piranî kes bi çeteyan re di nava têkiliyê dene.

Tê zanîn ku çete li ser îstîxbarat û amadekariyan çalakiyan pêk tînin. Têkçûna wan ya li dijî pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo nîşan dide ku çima bi Kobanê re êrîşê Hesekê jî dikin.

Çeteyan bi awayekî hevdem êrîşê Hesekê û Kobanê kir. Çeteyan li Hesekê êrîşa hêza herî qels kir û bi alîkariya hinek Erebên di Mukahenîn de cih digirin, nexweşxaneya zarokan û hinek cihên din girtin dest.

Çeteyan berê jî êrîş li hemberî li nokteyên rejîmê û cihên Mukahenîn diman, pêk anîn û gelek leşker kuştin. Piştî vê êrîşên nuqteya kontrolê ya Hêzil kirin û şebekeya elektîrîkê û nexweşxane dagirkirin, ketin taxa Ezîziyê.

Gelek leşkerên rejîmê jî tê de piranî Mukahemîn û Malavî hatin kuştin. Beşeke Mukayavîr û Maxarî ku bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bûn li dijî rejîmê şer dan destpêkirin.  Gelek leşkerên rejîmê û ji Mukayevîr û Maxavîr, kes li cem YPG’ê stirîn.

'YPG’Ê LI HESEKÊ GEL PARAST'

Rejîma Esad li dijî êrîşên çeteyan xwe kişandin Neşve û Xweran û xwe parastin. Li dijî pêşketina YPG’ê ji bo gelê Hesekê biparêze, xeta parastinê berfireh kir û çalakî û operasyon destpêkirin.

Li gel parastina aktîf a YPG’ê, saziyên wekê Yekîneyên Parastina Ciwakê, Komîn û hêzên parastina cewherî ya meclîsan, cwainên Şoreşger û Yekitiya Star jî di parastinê de cih girtin. Di operasyonên li Ezîziyê derketin de çete hemû hatin paqijkirin û nexweşxaneya herî mezin ji çeteyan hat paqijkirin.

Hatina YPG’ê bi gel re coş û morelek ava kir. Hesekê wek bajarên din serobino hebû. Gelê ku malê wan rastî êrîşê hatin malê xwe terk kirin. Beşek ji van çûn Til Temîr, Amûdê û Qamişlo. Hinek jî çûn taxên ku di bin kontrola YPG’ê dene.

'ŞERÊ YPG’Ê LI DERVEYÎ HESEKÊ BERDEWAM KIR'

YPG’ê piştî vê qada pîşesazî ya Xezîlê ji çeteyan paqij kir. Ji vir şûnde jî YPG’ê operasyonên xwe yên li dijî çeteyan berdewam kir. Gundên Ebul Şo, Tîl Maruf û Ebul ji gundan paqij kir. Li hemberî gund û nokteyên di navbera Çiyayê Kizwan û  Hesekê de operasyon pêk anî. Di operasyonan de bi dehan çete hatin kuştin.

Planên hêzên ku çete bi ser Hesekê de birin, têk çûn. Piştî komkujiya Kobanê YPG’ê bi darbeyên ku li Hesekê li çeteyan xist, diyar kir ku wê ti komkujî bê bersiv nemîne û got çi dibe bila bibe wê li dijî çeteyan gel biparêzin. 

Gelê Hesekê dît ku kî wan diparêze.

...