Çeteyên ji sê aliyan ve êrîş kirin, derba giran xwarin

Çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin dorpêça li ser Minbicê rakin, ji sê aliyan ve êrîş kirin. Êrîşên çeteyan hatin şikandin û herî kêm 37 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh şev di saet 24.00 de ji bo dorpêça li ser navenda Minbicê rakin, ji sê milan ve erîş kirin. 

Êrîşa destpêkê ji gundê Oseclî yê li başûrrojavayê bajêr hat kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di cih de bersiv dan û di şerê li vir de 24 çete hatin kuştin. Her wiha cenazeyên 14 çeteyan, 7 çekên keleşnîkov û 4 rext û gelek cebilxane hatin desteserkirin. 

Êrîşa duyemîn jî ji gundê Zonxil ê li bakurrojavayê bajêr e hat kirin. Şerê li vê derê heta ber destê sibehê dewam kir û 13 çete hatin kuştin.

Êrîşa sêyemîn jî ji gundê Til Ûm Serac ê li başûrê bajêr e, hat kirin. Piştî vê êrîşê şerek derket, lê hejmara mirî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.