Çeteyên bêçare man e, bi teknîkê êrîş dikin

Li Nisêbînê, çeteyên Qesrê yên li pêşberî berxwedana mezin a YPS/YPS Jinê bêçare man e, bi çekên giran ên ji teknîka dawî, êrîş dikin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku çeteyên Qesrê yên li pêşberî berxwedana mezin a yekîneyên wan bêçare man e, êrîşên xwe yên bi çekên ji teknîka pêşketî, didomîne û got, "Encamên vî şerê dijwar, wê piştre bên eşkerekirin."

Di daxuyaniyê de nasnameyên şervaneke YPS Jin û şervanekî YPS'ê yên roja 23'ê Gulanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, hat eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her du şervanan bi vî rengî ne:

"Riha Kobanê / Sebah Kadîr / Meryem - Bîlal / Kobanê / 23'ê Gulanê - Nisêbîn
Ekî Nisêbîn / Dîlber Dogan / Hasan - Selîme / Nisêbîn / 23'ê Gulanê - Nisêbîn."

ŞIRNEX

Koordînasyoan Giştî ya YPS'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihandin, roja 20'ê Gulanê bi çekên giran li hemberî maşîneke kobra ya dixwest bikeve taxa Cûmhûriyetê çalakiyek hat lidarxistin û di encama derbên lê ketî, vê maşîna zirxî neçar ma xwe vekişîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kepçeyeke zirxî ya dixwest têkeve nava taxa Cûmhûriyetê bû hedefa derbên yekîneyên me û neçar ma xwe vekişîne.

Ev du roj in, çeteyên qesrê bomberdûmaneke giran li taxên di bin kontrola yekîneyên me de ne, dikin û şerekî dijwar li van taxan diqewime. Agahiyên berfireh wê piştre bên eşkerekirin."