Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin

Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî bakur û rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 10’ê Sibatê saet 07.00-11.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî bakurê bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Kobanê kirin. YPG’ê wiha got: “Komên çete saet 13.00’an bi çekên giran êrîşî gundê Şergiran ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin.”

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin: “10’ê Sibatê hêzên me li hember gundê Bûcak ê li başûrê bajarokê Şirîn ê girêdayî Kobanê operasyonek li dar xistin. Di operasyona li gor îstîxbarata hat bidestxistin de 7 kleş, 8 rextê kleşê û 2 bêtêl ên çeteyên DAIŞ’ê di gund de veşartibûn hatin desteserkirin.”