Çete û artêşa Tirk Til Rifatê bombe dikin
Çete û artêşa Tirk bajarokê Til Rifat (Arfêd), gundê Hesiye û Bendava Şehbayê bi hewan, obus û katyûşayan bombe dikin.
Çete û artêşa Tirk bajarokê Til Rifat (Arfêd), gundê Hesiye û Bendava Şehbayê bi hewan, obus û katyûşayan bombe dikin.
Danê êvarî saet nêzî 20.00’an çete û artêşa Tirk a dagirker ji xeta Mariyê bajarokê Til Rifat ê di kontrola Hêzên Şoreşger de ye, da ber hewan, obus û katyûşayan.
Hate diyarkirin ku heta niha 12 hewan li vê herêmê ketine, hate destnîşankirin ku şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiva çeteyên Tirk danê.
Di heman saetan de çete û artêşa Tirk ji Til Malîdê bi hewanan êrîşî gundê Hesiya û Bendava Şehbayê jî kirin.
Hatibû ragihandin ku îro saet nêzî 14.30’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û obusan gundê Tiwês ê li rojhilatê Bendava Şehbayê bombe kiribû ku li vê herêmê gelek sivîl hebûn.