Cerdevanên Doskiyê çek danîn

Gelek cerdevanên li herêma Doskî ya girêdayî Geverê çek danîn.

Hate diyarkirin ku gelek cerdevanên ku beşdarî operasyona devera Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bûn çek danîne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gelek cerdevanên ku beşdarî operasyonê dibin û didin eniyên herî pêş ku nerazîbûn nîşan dan rastî heqaretên leşkeran hatin çekên dewletê li çeperan hiştin, ji herêma operasyonê vekişiyane.

Li aliyê din 83’ê cerdevanên ku qebûl nekirin beşdarî operasyona leşkerî ya li gundê Aşût a girêdayî Çelê bibin çek danîbûn.