Cenzayê gerîlayê HPG’ê Tîryakî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî yê li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest da li Amedê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê di 19'ê Cotmehê de li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Tîryakî bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" , "Ey Şehîd Çeka Te Li Erdê Namîne" ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin. 

Endamê DÎAYDER'ê Seyda Abdulbarî Tîryakî darbesta kurê xwe girt li ser milê xwe û bi nîşaneya serkeftinê anî ser gorê. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi sedan kesan sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. 

'JI CENAZEYAN DITIRSIN'

Hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dîcle li vir axivî û diyar kir ku Ciwan û hevrêyên wî ji bo azadiya gelê xwe li dijî feraseta qirêj têdikoşin. Dîcle bal kişand li ser polîsên Tirk yên ku goristan dorpêç kirin û wiha berdewam kir: "Dengê min diçe wan. Ji cenazeyê ciwanên ku qetil dikin jî ditirsin. Ev nîşan dide ku ew têk çûne."

'ŞEHÎDAN JI BÎR NEKIN'

Piştre bavê Tîryakî, Abdulbarî Tîryakî axivî û got ku ew ê ji bo kurê xwe negirî û  wiha berdewam kir: "Heqê xwe li şehîd helal bikin, di heman demê de heqê şehîdan jî ji bîr nekin. Kurdistan hat parçekirin, zarokên me bi xwîna xwe kevirên sînoran şikandin. Birçî man, bêxew man, bi mirinê re hevrû man, lê teslîm nebûn, îxanet nekirin. Li şûna vê canê xwe feda kirin. Tiştekî ku ji dijmin re bibêjim nîne, wê aqûbeta wî jî wekî Sedam û nemrûdên din be û em ê jî vê bibînin. Ez bang li Kurdan dikim ku bila kes nekeve nava rehaweê. Nirxên me bêqîmet nekin. Şehîdên me yên ku canê xwe dane ji bîr nekin. Girêdayî doza wan bin. Min soz daye şehîd, ez ê negirîm."