Çend wêne ji jiyana Şirnexiyên li binê konan

Piştî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, Şirnexiyan cih û warên xwe neterikandin û li binê konan bi cih bûn. Bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê jî giran bûn.

Li Şirnexê, tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî jiyana li binê konan dewam dike. Lê belê serma zivistanê hêdî hêdî xwe dide hîskirin. Jiyana li binê van konên ji bo havînê, roj bi roj giran dibe.

Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo piştgirî ji gelê Şirnexê re were dayîn, kampanyayek da destpêkirin. Ji bo peydakirina konên ji bo zivistanê, sobe û betaniyan, bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibe.

Çend wêne ji jiyana Şirnexiyên li binê konan dijîn.

...