Cenazeyên şervanên YPG'ê Sonmez û Aslan hatin defnkirin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Fecrî Sonmez (Rêdûr Malazgîrt) û Atîlla Aslan (Jêhat Agirî) ên li Rojava di şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Mûş û Agiriyê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Fecrî Sonmez (Rêdûr Malazgîrt) û Atîlla Aslan (Jêhat Agirî) ên li Rojava di şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Mûş û Agiriyê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fecrî Sonmez (Rêdûr Sonmez) ê ku di operasyona li hemberî Çiyayê Kizwanan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn navçeya Milazgirê ya Mûşê. Konvoya cenaze li duryana Mûşê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre ber bi Milazgirê ve derxistin rê. Li navçeyê esnafan dikanên xwe venekirin û tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Sonmez bi konvoyeke qelebalik anîn gundê Melabaqî. Di ketina gund cenaze bi dirûşman hate pêşwazîkirin û darbest ji wesayîtê hate wergirtin û birin mala lê hatî dinê. Piştre cenazeyê Sonmez li goristana gund hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axivî û sersaxî li malbatê da. Çelîk anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo têkoşîneke mafdar jiyana xwe ji dest da. Çelîk da zanîn ku şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ji bo "Kurdistanek Xweser", "Serokatiyek Azad" û "Nasnameyek azad" canê xwe feda kirin û wiha got: "Em çiqas xwedî li wan derkevin em ê ewqas xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Bavê Şervanê YPG'ê Sonmez Îsmet Sonmez jî spasiyên xwe li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye." Piştî axaftinan girse çûn konê sersaxiyê û sersaxî li malbatê dan.

CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê ASLAN LI PANOS HATE DEFINKIRIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Atîlla Aslan (Jêhat Agirî) ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Panosê. Cenazeyê Aslan di ketina navçeyê de ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazkirin û birin mala lê hate dinê. Piştre cenaze ber bi gundê Gencalî ve derxistin rê. Konvoya cenaze li ser rêyan bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Aslan li qada gund ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Aslan hatin vekirin.

'JI BO TI KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST NEDIN EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN'

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Aslan li goristana gund li cem 3 şervanên YPG'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê û sirûda "Çerxa Şoreşê" bavê Aslan Cevzet Aslan axivî û diyar kir ku kurê wî ji bo hemû Kurdistanê canê xwe feda kir û divê hemû kes hişmendiya kurê wî kuşt baş binase. Aslan anî ziman ku hişmendiya kurê wî kuşt bi pere dixwaze welatiyan bixapîne û deng bigire. Aslan da zanîn ku ji bo ti kesên din jiyana xwe ji dest nedin divê hemû kes xwedî li têkoşînê derkevin.

Namzetê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî diyar kir ku bi hezaran ciwanan li Rojava bi qehremanî canê xwe fida kirin û Rojava azad kirin. Ozturk bal kişand ser têkoşîna li Kobanê û anî ziman ku wê bersiva hevkarên DAIŞ'ê baş bidin.

Piştî axaftinan girse çû gund û konê sersaxiyê ziyaret kirin.