Cenazeyên şervanên azadiyê yên Şehbayî bi merasîmên bi heybet hatin veşartin

Bi deh hezaran kesên ji kantona Efrînê û herêma Şehbayê hatin, cenazeyên 22 şervanên azadiyê bi merasîmên bi heybet spartin axê.

Şervanên Cebhet El-Ekrad, Eniya Parastina Jinên Şehbayê û YPG′ê Eylul Nûhilat (Ronahî Umer), Evîndar Çiya (Zelîxe Gerdo), Xebat Zagros (Mihemed Cemîl), Zinar Efrîn (Silêman Elî), Eslan Şahîn (Şahîn Xelîl), Birîndar Welat (Mihemed Gedro), Şiyar, Xwîna Kobanê (Fatma Necar), Çekjîn Cûdî (Ehmed Şêx), Êrîş Efrîn (Mihemed Hemo), Eslan (Ehmed Nûr), Ciwan (Mihemed Şamo), Dêrsim Xabûr (Muna Qasim), Rokan Amed (Fatma Îbiş), Hisên Kaşt, Berxwedan Efrîn (Welat Mihemed, Hogir (Ocalan), Sîpan Xelat (Ebdulrehman Bîlal), Pêşeng Cûdî (Rênas Nebo), Raid Mihemed El-Mutî, Ehmed Sebat û Azad Efrîn (Hisên Ehmed), ku di berxwedana dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê yên dijî gundên rizgarkirî yên Herêmên Şehba û Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, duh bi merasîmên bi heybet hatin veşartin.

Bi dehhezaran kesên herêma Efrînê û Herêmên Şehbayê ji bo wergirtina cenazeyên her 22 têkoşeran li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hatin gel hev. Piştî ku girseya gel cenazeyên têkoşeran wergirtin, ji vir bi karwanekî bi sedan wesayîtan berê xwe dan goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq.

CINDIRÊSÊ

Cenazeyên 7 têkoşeran ji van li goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê hatin oxirkirin. Şêniyên navçeya Cindirêsê û bi dehan şervanan karwanê cenazeyên 7 şervanan ′Eylul Nûhilat, Avîndar Çiya, Xebat Zagros, Zinar Efrîn, Eslan Şahîn, Birîndar Welat û Şiyar′ bi tîlîlî û dirûşmeyên “şehîd namirin” ve, pêşwazî kirin.

Dema ku karwan gihîşt goristanê, merasîma leşkerî pêk hat. Piştre li ser navê Yekîneyên Parastina Gel a Kantona Efrînê Ferat Xelîl axivî, lehengiya şervanan vegot.

Endamê Meclîsa malbatên şehîdan Reşîd Fatiko û cîgira Desteya Rêveber a herêmî ya Kantona Efrînê Norşan Hisên axivî û diyar kir ku şehîdan riya gelan ronî kirine.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin hatin eşkerekirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, di nav tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ′şehîd namirin′, spartin axê.

ŞERA

Girseya gel a Kantona Efrînê û Şehba bi karwanekî ku dawiya wê nedixuya ruhê berxwedaniya Şehba vejîn kirin, cenazeya têkoşerên xwe hilgirtin û berê xwe dan goristana Şehîd Refîq.

Li gundê Metîna yên navçeya Şera karwanê cenazeyên 15 şervanan ′Xwînda Kobanê, Çekjîn Cûdî, Êrîş Efrîn, Eslan, Ciwan, Dêrsim Xabûr, Rokan Amed, Hisên kaşt, Berxwedan Efrîn, Hogir, Sîpan Xelat, Pêşeng Cûdî, Raid Mihemed, Ehmed Sibat û Azad Efrîn′ hat pêşwazîkirin.

Li goristana Şahîd Refîq a gundê Metîna merasîm bi toreneke leşkerî dest pê kir. Piştre berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El-Dîmukratî Xalid Zêno, Endamê Meclîsa malbatên şehîdan Mehmûd Cefo, Fermandarê HPC′ê Dijwar Marîdînî, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantonê Mûşîra Mele Reşîd, axivîn.

Di axaftinan de, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û wekî binpêkirina hevpeymanên navneteweyî bi nav kirin. Her wiha axaftvanan soza şopandina riya têkoşeran, dan.

Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên têkoşeran di nav tîlîliyê dayikan û dirûşmeyên ′şehîd namirin′, spartin axê.