Cenazeyên ku rakirine nexweşxaneyê piranî hatine şewitandin û parçekirin

Hat zanîn ku li Cizîrê di jêrzemînê de kesên hatibûn înfazkirin, cenazeyên aîdî 27 kesan di demên êvarî de rakirine nexweşxaneyê û piraniya cenazeyan hatine şewitandin û parçekirin.

Hêzên dewletê du roj berê êrîşî welatiyên di jêrzemînê de asê mabûn kiribû û wan înfaz kir. Ambulansên aîdî şeredariya Cizîrê ji bo kesên hatibûn înfazkirin rakin nexweşxaneyê çûn taxa Cûdî û 27 cenazeyên hatine înfazkirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat hînbûn ku cenazeyên ku bi torbeyan anînê nexweşxaneyê piraniya wan şewitîne û hatine parçekirin. Cenazeyên rakirine nexweşxaneyê li avahiya duyemîn a nexweşxaneyê ya li kolana Narînê tên rawestandin. 

DIBE KU HEJMAR ZÊDE BIBE 

Agahiyên zelal ji ber dorpêç û reşkirina hêzên dewletê naye girtin, lê hat hînbûn ku di saetên êvarê de 27 cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û 7 cenaze jî şeva êrîş pêk anîbûn rakiribûn nexweşxaneyê. Hat zanîn ku li qada nexweşxaneyê cenazeyên wekî din jî hene. 

Karkerê şaredariyê yê ajokarê ambûlansê piştî cenaze rakirin vegeriya şaredariyê.