Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ekmekçî û Aydemîr hatin teşxîskirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Cahît Ekmekçî (Ronî Serhat) û Ferdî Aydemîr (Andok Eşît) ên di nav 36 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê de ne, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Cahît Ekmekçî (Ronî Serhat) û Ferdî Aydemîr (Andok Eşît) ên di nav 36 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê de ne, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. 

Ji 36 cenazeyên ji Gever, Qaxizman û Pîlemûriye anîbûn Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê, 2 jê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cahît Emekçî (Ronî Serhat) ê li Pîlemûriya Dêrsimê û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Aydemîr (Andok Eşit) ê di şerê li herêma Çemçê ya Qaxizmana Qersê jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Wê cenazeyê Ekmekçî li gundê Akrak ê Kopa Mûşê, yê Aydemîr jî li gundê Çarlixa Xelîfe yê Bazîda Agiriyê bê definkirin. 

Her wiha 34 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî li benda teşxîskirinê ne.