Cenazeyên El Ellawî û Hesen bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên şervanê YPG'ê Mûsenne El Ellawî (Hozan Can) û endamê Asayîşê Îbrahîm Hesen bi measîmekê hatin veşartin.

Bi Hezaran  welatiyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê û Ebûrasên cenazeyên Şervanên YPG’ê Musenne El-Ellawî (Hozan Can) ê ku di 22’yê Mijdarê li Holê jiyana xwe ji dest da û Endamên Hêzên Asayîşê Îbrahîm Hesen  ê ku di 28’ê Mijdarê de li Holê jiyana xwe ji dest da ye, li goristana Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê, oxir kirin.

Welatî bi armanca oxirkirina cenazeyan, al û sembolên kurdî hilgirtin û li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn.

Li vir welatiyan cenazeyên têkoşeran wergirtin û bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk tê berê xwe dan goristana şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girdayî bajarê Dirbêsiyê. Di rêya çûyînê de welatiyan dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re qîriyan.

Li goristanê piştî  ku deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê TEV-DEM’ê, Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê, Hêzên Asayîşê, Êla Şerabiyan û Yekîtiya Ciwanên Rojava axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê di oxira parastina Rojava û hemû pêkhateyên wê de, têkoşînek mezin dan meşandin.

Her wiha li ser navê malbata têkoşer Hozan birayî wî Mihemed Ellawî û li ser navê Malbata Îbrahîm jî birayî wî Mihemed Hesen axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku van têkoşeran ji bo parastina  nirxên pîroz ên tevahiya gelan jiyana xwe feda kirin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Piştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên têkoşeran hatin kirin.

Di dawiyê de cenaze di nava dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re û tilîliyên dayikan de, spartin axê.