Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên ji bajarê Hesekê û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazeyên Ehmed Silêman (Aryan Hesekê), Ehmed Elî (Welat Amed), Hisên Ehmo (Agirîn Kezwan) û Mihemed Hisên Xelo (Elî Diyar) yên ku di demên cuda di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane, li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûm.

Girseyê, cenazeyên her çar şervanan ji navendê wergirt û bi karwanek ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esead axivî û got ku bi saya xwîna van şehîdan herêm ji qirêjiya çeteyan hate rizgarkirin. Esead bal kişand ku van şehîdan ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Ewropa Sîmen Mihemed jî anî ziman ku hemû pêkhateyên Rojava li hemberî planên rejîma El-Baas û çeteyên DAIŞ’ê ti carî teslîmkarî li ser xwe qebûl nekir û bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de.

Sînem Mihemed destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG û YPJ ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digirin li tevahiya cîhanê deng vedane û got: "Bi saya xwîna şehîdan, wê Sûriyeke azad ku di pêşerojê ji tevahiya cîhanê re bibe mînak were avakirin."

Fermandarê YPG'ê Lewend Rojava jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Rojava destnîşan kir ku van têkoşeran xeta azadiyê û destanên lehengiyê nivîsandin.

Lewend Rojava da xuyakirin ku Rojava di merheleyeke dîrokî re derbas dibe û serketinên mezin bi keda têkoşeran hatin qezenckirin. Lewend Rojava got, mizgîniya rizgarkirina Minbicê di demeke nêz de wê were ragihandin û soz dewamkirina xeta têkoşeran dubare kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser Arşem Kurdman bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û derbeya leşkerî ya li Tirkiyê û got, siyasata Tirkiyê wê her dem têk biçe.

Arşem peyamek da dewleta Tirk û got: "Pêwîste Tirkiyê dev ji siyaseta xwe ya li dijî Rêber Ocalan berde û tecrîda li ser Ocalan rake."

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şervanan cenzeyên her çar hevalên xwe li ser milên xwe kirin û li ber dirûşman spartin axê.