Cenazeyên 2 şervanên YBŞ'ê li çiyayê Şengalê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YBŞ'ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê bi merasîmekê hatin veşartin.

Du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ)’ê, Ferhat Şêxê ( Heto Xıdır Hemo Elyas) û Herekol Bestan (Mustafa Yağan)  li çiyayê Şengalê bi merasimekê ber bi bêdawîtiyê ve hatin oxirkirin. 

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Ferhat Şêxê (Heto Xidir Hemo Elyas), nêzî salek bû di nava YBŞ’ê de bû û Şervanê YBŞ’ê Herekol Bestan (Mûstafa Yagan) yê li hemberî êşên civaka Êzidî bê deng nema û berê xwe da çiyayê Şengalê. Her du şervan Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dema bi erka xwe ya parastina Şengalê radibûn pê li mayîna çeteyan kirin û jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji bo her du şervanan li çiyayê Şengalê merasîmek hate lidarxistin.  di merasîmê de gelek hêzên cuda yên Êzidiyan amade bûn û peyamên girîng hatin dayîn. 

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî li merasîmê axivî û diyar kir, ji bo pêkanîna xewn, xeyal û armancên hevrêyên xwe, ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî didewamiya axaftina xwe de got: "Şehîd Herekol qîrîna gelê Şengalê bihîst û ji Sêrtê berê xwe da çiyayê pîroz ê Şengalê. Şehîd Herekol di pêngava 'tolhildana jinên Êzidî' û 'Medîbanê' de bi wêrekî têkoşiya û bi fedakarî bi erka xwe rabû. Şehîd Herekol, her dem di refên pêş ên berxwedanê de cihê xwe girt."
 
Fermandarê YBŞ’ê her wiha qala kesayeta hevrêyê xwe Ferhad Şêxê jî kir û got, "Heval Ferhat ji malbetek welatparêz bû. Ev salek bû di nava refên YBŞ’ê de bû. Wî, di gelek pêngavan de cih girt û mil bi milê hevalên xwe li ber xwe da. Van hevalên me cihê xwe di nava erkê parastina Êzîdxana pîroz de girtin. Ji bo parastina Êzîdxanê cihê xwe di refên herî pêş yên berxwedanê de girtin. Her du heval bûn n pêşengên berxwedan û têkoşîna me."

'EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM'

Bavê şervanê YBŞ’ê Ferhat Şêxê, Hemo Elyas Xelef jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku kesên ji bo azadiya gelê xwe û axa xwe  jiyana xwe ji dest didin, namirin. Xelef got: "Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim û spasiya wan dikim. Kurê  min ji bo rûmet û şerefê şehîd bû. Serê min bilind e û ez kêfxweşim. Şehîd Ferhat nemire. Ji bo bihêzbûna civaka Êzidî ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku bixebitin û li ber xwe bidin. Divê em berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ancax em ji bo xwe bixebitin û ked bidin."
 
Piştî axaftinanan cenazeyên her du şervanên YBŞ'ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê li ber dirûşmeyan hatin veşartin.