Cenazeyên 2 cangoriyan ku li Helebê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Cenazeyên têkoşera YPJ’ê Adar Hêvî û têkoşerê Ceyş El-Siwar Hemûd ên ku di şerê rizgarkirina Seken Şebabî de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin verêkirin.

Şêniyên navçeya Cindrêsê, endamên saziyên sivîl, endamên Asayîşê û şervanên YPG/YPJ’ê ji bo pêşwazîkirina cenazeyên têkoşera YPJ’ê Ayşe Ozan (Adar Hêvî) û têkoşerê Ceyş El-Siwar Hemûd El-Nayif (Hemûd) ên ku di şerê rizgarkirina Taxa Seken Şebabî ya Helebê de jiyana xwe ji dest dane, di têketina navçeyê de kom bûn.

Piştî ku cenazeyên her du têkoşeran hatin wergirtin, girseya gel a ku kom bibû ew ber bi goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ve birin. Welatiyên ku cenaze wergirtin, bê navber diruşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re berz kirin.

Piştî ku girseya gel gihişt goristanê, darbestên têkoşeran li ser milan derbasî goristanê hatin kirin.

Di destpêkê de şervanên YPG/YPJ’ê merasîmek leşkerî li dar xistin. Paşê li ser navê YPJ’ê Fermandar Viyan Adar, li ser navê YPG’ê Hesen El-Nebwanî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Bekiro û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrînê, Fatma Lekto axivî.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û li ser pêşketin û berxwedana ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li tevahiya herêmên Rojava û  Sûriyê dimeşîne hate rawestandin û her wiha behsa berxwedana bêhempa ya Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî hat kirin.

Di axaftinan de her wiha êrîşa ku li Qamişlo pêk hat jî hat şermzarkirin û hat diyarkirin ku ev êrîş lewazbûna çeteyan û têkçûna wan nîşan dide.

Piştre Bavê Têkoşer Hemûd Cuma Nayf axivî û ev tişt gotin: “Em li her derê bi yekîtî û biratiya xwe tên naskirin. Em ê bi saya berxwedana zarok û şervanên xwe ya di çeperên berxwedanê de bi ser bikevin.”

...