Cenazeyê şervanê YPG’ê Tekîn bi girseyî hat defnkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nejmettîn Tekîn ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndarbû û li Rihayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Amedê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nejmettîn Tekîn ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndarbû û li Rihayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Amedê hate definkirin.

Şervanê YPG'ê Nejmettîn Tekîn (Gerîlla Sarum) ê 20'ê Gulanê li Kobanê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê. Tekîn ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da û ji aliyê malbat û MEYADER'ê ve anîn Amedê. Cenazeyê Tekîn ê ku piştî 7 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ma û birin girtîgeha vekirî û di dema destûra malê de çû Kobanê û tevî YPG'ê bû di ketina Amedê de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Tekîn ji bo definkirinê anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Cenazeyê Tekîn piştî wecîbeyên olî bi ala PKK'ê hate pêçandin û pişt re ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve birin. Cenazeyê Tekîn bi dirûşmeyan hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn welatiyan sruda "Çerxa Şoreş" xwedin û rêzgirtin pêk anîn. Hevseroka MEYADER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle di merasîm acenaze de axivî û wiha got: "Em tu caran nikarin deynê şehîdên xwe bidin. Ji bo êdî dayîk darbestên zarokên xwe hembêz nekirin divê em têkoşîna xwe bilind bikin."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku heya dawiyê ew axa Kurdistanê teslîmî dijminan nakin û wiha got: "Em ê her tim xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin."

Birayê Tekîn Şafî Tekîn jî wiha got: "Mafê xwe helal bikin. Dê her tim kesên riya wî bişopînin dê hebin. Nejmettîn şehîdê hemû Kurdistanê ye."

Sersaxiyên Tekîn dê sê rojan li Mala Şînê ya Temîra bên qebûlkirin.