Cenazeyê şervanê YPG'ê Şahoz li Serêkaniyê hat veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê û Dirbesiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Zagros Şahoz, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê cenazeyê şervanê YPG′ê Cemîl Ehmed (Zagros Şahoz) ê ku 19′ê Nîsanê, di Pêngava Xezeba Firatê de li Gundê Cerwa yê girêdayî bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya 10 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Dirbesiyê veşartin.

Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî û sersasaxî ji malbata Zagros Şahoz re xwest û wiha got: "Di kesayeta şehîd Zagros de, em hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî û minnet bibîrtînin."

Fermandara YPG/YPJ'ê Agirî Jînda jî di merasîmê de axivî û got; "Şehîd Zagros di nava hevalên xwe de bi exlaqê xwe dihat naskirin. Ti carî ji dijmin û êrîşên çeteyan ne ditirsiya, welatê xwe parast. Em soza şopandina rêya hemû tekoşeran didin."

Li ser navê Malbata şervanê YPG'ê Zagros Şahoz, Hecî hesen axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyên ên ku canê xwe ji bo welat feda kirine ditewînin, em soza şopandina rêya wan didin."

Herî dawî cenazeyê şervanê YPG'ê Cemîl Ehmed (Zagros Şahoz) bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin.