Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ebû Cebel hat veşartin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ebû Cebel Serêkaniyê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî bi merasîmekê hat veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebd El-Mecîd Irahîm (Ebû Cebel Serêkaniyê) ê ku di 16′ê Sibatê de, di Pêngava Xezeba Firatê de li başûrê Reqayê jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê girtin û ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên YPG′ê ve hat lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Zehra Qido bixêr hatina hemû beşdarvanan kir û got: ″Gelên herêmê bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, azad bûn û li ser axa xwe dijîn.″

Li ser navê YPG û YPJ′ê Agirî Jînda jî axivî û got ku serkeftinên ku li herêmê hatine bidestxistin, bi saya xwîna şehîdan û felsefeya Rêbertiyê pêk hatine.

Her wiha Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Osman jî anî ziman ku Ebû Ceber û hevalên xwe û bi saya têkoşîn û berxwedana xwe, biratiya gelan afirandin û wiha pê de çû: ″Îro em Kurd, Ereb, Suryan û Çeçen bi yek destî û di eniyekê de şer dikin û li hemberi tarîtiya çeteyan li ber xwe didin, da em biratiya gelan û jiyana azad bafirînin.″

Piştre jî kurê apê şehîd Xidir Îbrahîm axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştî ku nasnameya Şervanê YPG'ê Ebû Cebel Serêkaniyê hat xwendin, cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.