Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Luey li Girê Spî hat veşartin

Cenazeyê yekem şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Emîr Ehmed Kinco yê di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de li gundê Ciwêz jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Girê Spî hate veşartin.

Li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan welatiyên bajêr û şervanên QSD′ê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî Emîr Ehmed Kinco (Ebû Luey) ê ku di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de li gundê Ciwêz şehîd bibû, bi merasîmekê ber bi bajarê Girê Spî ve hate bi rê kirin.

Cenazeyê têkoşer ji aliyê bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî ve hat pêşwazîkirin. Welatiyên bajêr bi karwanekî wesayîtan ve ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tuma ya li gundê Tenhûza ya dikeve rojavayê bajarê Girê Spî ve, ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê TEV-DEM′ê Sebrî Nebî, Endama Kongreya Star Zelîxe Ebdî, Endamê PYD′ê Xalid Bozan û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah, axivîn. ‫

Di axaftvanan de behsa berxwedana ciwanên herêmê hate kirin û hate diyarkirin ku ew ji bo parastina axa welatê xwe û rizgarkirina gelê xwe ji zilm û zordariyê, canê xwe feda dikin. Her wiha bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna ciwanan a di nava refên QSD′ê de.

Piştî axaftinan, cenazeyê têkoşer li goristanê hat veşartin.

Şehîd Ebû Luey şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ye ku di bin sêwana QSD′ê de beşdarî Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê bû, di haman demê de jî yekem şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ye.