Cenazeyê şervana YPJ’ê Sûzan Bîlgîç spartin axê

Şervana YPJ’ê Sûzan Bîlgîç (Sosin Kanîreş) a li Rojava di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibû û 18’ê Tîrmehê ji bo tedawiyê anîbûn Riha jiyana xwe ji dest da li gundê Bûrmataş ê girêdayî Kanîreşê spartin axê.

Şervana YPJ’ê Sûzan Bîlgîç (Sosin Kanîreş) a li Rojava di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibû û 18’ê Tîrmehê ji bo tedawiyê anîbûn Riha, li Nexweşxaneya Ûrsû ya Taybet jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bîlgîç ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER ve ji Rihayê hat wergirtin û anîn gundê Bûrmataş ê girêdayî Kanîreş a Çewlikê. Bi sedan kesan cenazeyê şervana YPJ’ê Bîlgîç di ketina gund de hilgirtin ser milan û bi dirûşma, “Şehîd namirin” birin goristana gund. Piştî cenaze spartin axê bi sedan kesî bi sirûdan ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Welatî paşê derbasî taziyeya li gund hatiye danîn bûn.