Cenazeyê Şahîn ê YPG'yî ji aliyê bi deh hezaran kesî ev hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferman Şahîn (Demhat Mahsûm) ê di operasyona li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferman Şahîn (Demhat Mahsûm) ê di operasyona li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. 

Malbatê cenazeyê şervanê YPG'ê Demhat Masûm ji Amedê anîn cihê lê ji dayik bûye bajarokê Rustemgedîk ê navçeya Mûş Kopê.

JI ALIYÊ BI HEZARAN KESÎ VE HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Cenazeyê Şahîn û cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ji gundê Toraqa yê navçeya Milazgirê, ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bi hev re anîn û li ser rêya Kopê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hatin pêşwazîkirin. Konvoya cenaze ya gihîşt Kopê, li ber Lîseya Îmam Hatîp ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmên 'Şehîd Namirin' hat pêşwazîkirin. Cenazeyên Şahîn û Yildiz li vê derê ji wesayîtan hatin derxistin, bi alên YPG'ê hatin pêçandin. Girseya gel her du darbest danî ser milê xwe û ber bi navenda navçeyê ve meşiya.

'KURDISTAN WÊ BIBE GORA DAIŞÊ'

Di meşa ku rêveberên MEYADER, HDP, DBP, Hevşaredar û bi deh hezaran kesên ji Mûş, Bedlîs û Erzîromê hatin de, alên PKK, YPG, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şahîn û Yildiz hatin hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bê Serok jiyan nabe" û "Kurdistan wê bibe gora DAIŞ'ê" hatin qîrîn.

Li pêşiya navçeyê, cenaze ber bi cihê Şahîn lê ji dayik bûye bajarokê Rustemgedîkê hatin şandin. Li dû wecîbeyên olî yên li bajarok, ji bo YPG'yiyan li meydana gund merasîmek hat lidarxistin. Li ber sirûda Çerxa Şoreşê deqeyek rêz hat girtin û dûre nûnerê MEYADER ê Mûşê Îrfan Kandemîr peyivî. Kandemîr diyar kir ku ew ê êdî bi derewên "Em bira ne" yên kesên ku bi salane ewladên vî gelî binax dikin, nexapin û destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiyê, heta Kurdekî bi tenê bimîne wê dewam bike.

'JI BO XATIRÊ MERASÎMA VEKIRINA BALAFIRGEHÊ OTOPSÎ NEKIRIN!'

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî ragihand ku di nava 6 mehan de ev du cenaze tê mala Şaîn û diyar kir ku ew êşa wan parve dikin. Çelîk anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji Tirkiyeyê destekê dibînin çav berdane xaka Kurdistanê û got, "Erdogan ê ku destê wî ketiye nava xwînê qirêj e, AKP xwe ji xwîn û rondikên çavan xwedî dike. Ji bo xatirê merasîma vekirina balafirgeha Geverê, ku Erdogan lê amade bû, otopsiya şehîdên me jî nekirin. Doktor, dozger hatin desteserkirin. Di kîjan ol û baweriyê de heye, ku cenaze li erdê bên hiştin. Li cem wan ti qîmeta cenazeyên Kurdan nîne. Lê belê ji bo me Şahîn û Yildiz onûr in, şeref in, namûs in. Çawa ku gerîlayên me li Kobanê, Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê şer dikin, em ê jî bi çêkirina tifaqa neteweyî ya li çar parçeyan re, li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

'XWEDÎDERKETINÊ ÊŞA ME KÊM KIR'

Bavê Şahîn ê YPG'yî Maas Şahîn jî spasiyên xwe pêşkêşî gelê ew bi tenê nehiştiye kir. Şahîn got, "Şehîd ne tenê şehîdê me ye, yê tevahiya Kurdistaniyan e. 3 roj in gelê me em bi tenê nehişt û xwedî li şehîdê xwe derket. Vê xwedîderketinê êşa me sivik kir."

Li dû axaftinan, girseya gel cenazeyê Şahîn hilgirt ser milan, bir goristana gund û veşart. Bavê wî, ji gora Mahsûm Karaoglan ê di 4'ê Nîsana 2009'an de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û hevalê Şahîn bû, kulmek ax anî û li ser gora Şahîn reşand.

Piştî veşartina cenaze, girseya gel ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ber bi gundê Toraqa yê Milazgirê ve bi rê ket.